Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin 2022-10-31 15:24:21   ÎDIR - Cenazeyê girtiyê nexweş ku piştî hate ber mirinê hate berdan, jiyana xwe ji dest da, hate veşartin.    Ehettîn Kaynar ê 73 salî ku nexweşê penceşêrê bû û li Girtîgeha Karabukê dihat ragirtin di 2’yê îlonê de hatibû berdan. Kaynar, duh bi şev li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaynar, li gundê Tecirî hate veşartin. Gelek kes tev li merasîma cenaze bûn.