Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin 2022-10-31 15:49:09   ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, derbarê berikê fîşekê ku di dema daxuyaniyê de ji wî re hate avêtin de gilî kir.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 29’ê cotmehê ku salvegera tayînkirina qeyûm a Şaredariya Cizîra Şirnexê de li ber avahiya partiya xwe daxuyanî dabû çapemeniyê û di vê kêliyê de ji parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş re berikê fîşekê hatibû avêtin. Ozguneş têkildarî avêtina berikê fîşekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê kir û gilî kir.    GILÎ KIRIN   Ozguneş piştî li Serdozgeriya Komarê gilî kir, bi endamên partiyê yên bi wî re li ber avahiya edliyeyê daxuyanî da. Ozguneş, diyar kir ku berikê fîşekê li cihê ku polîs lê diman hate avêtin û wiha got: “Em vê weke hişyariyeke li hemû endamên partiya me hatiye kirin dinirxînin. Ji ber vê yekê li ser navê min, partiyê hevseroka me ya bajêr, hevserokên me yên navçeyê û Hevşaredarên me yên Cizîrê derbarê mijarê de serlêdan kirin û gilî kirin. Em dixwazin ku berika fîşekê were lêkolînkirin û ji aliyê kê ve û bi kîjan armancê hate avêtin bê tespîtkirin. Em di vê mijarê de jî gilîker in. Em ê şopdarên vê mijarê bin.”