ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-01 09:00:06     * Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan anî ziman ku helwestên êrîşkar ên Tirkiyeyê yên li hundir û derve dibe cihê xetereya ku şerê cîhanê yê sêyemîn veguhêzîne ser axa welêt û got ku divê li dijî vê yekê daxwaza ji bo aştiya civakî bê bilindkirin.    * Parlementera HDP'ê Mûazzez Orhan Işik ku ji bo meşa ber bi Silopiyayê ve ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir, xwest ku rê li ber lêkolînkirinê bê vekirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 603’yan de dê li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * HDP, wê li Meclisê komcivînê li dar bixe. (12.45)   * Danişîna derbarê parlamentera HDP’ê Huda Kaya de hatiye vekirin wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amed û Îzmîrê dane destpêkirin wê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00) ZINDÎ   * Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wê li gelek bajaran meş û daxuyanî bên lidarxistin. (11.00-18.00)   * Rêxistinên Sivîl ên Civakî wê têkildarî girtina Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci li ber Navenda Çanda Turkan Saylan a li Îzmîrê daxuyaniyê bidin. (17.30)