Pîlotê teqawidbûyî Altan: Divê li dijî şer daxwaza aştiya civakî bê bilindkirin 2022-11-01 09:37:32   ÎZMÎR - Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan anî ziman ku helwestên êrîşkar ên Tirkiyeyê yên li hundir û derve dibe cihê xetereya ku şerê cîhanê yê sêyemîn veguhêzîne ser axa welêt û got ku divê li dijî vê yekê daxwaza ji bo aştiya civakî bê bilindkirin.    Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe û Rojavayê nirxandin.    Altan diyar kir ku çendî beşeke mezin a Tirkiyeyê şer nexwaze jî lê şer wekî tiştekî pêwîst û "têkoşîna li dijî terorê" têdigihêje û got ku li Tirkiyeyê mirov şer baş hîs nakin. Altan da zanîn ku haya wan ji sûcên li dijî mirovahiyê yên di dema şer de tên kirin tune ye û got: “Hikûmet ditirse ku ev yek eşkere bibe û bê ferqkirin. Bê guman, delîleke pir berbiçav ku li ser vê lêkolînkirin tune ye. Ên ku vê peyda bikin heyeteke serbixwe ye. Şebnem Korûr Fîncanci jî ev tişt anîn zimên. Lê vê yekê jî tehemûl nakin. Ji ber ku bi derûniya sûcdariyê dixwazin her kesî bêdeng bikin. Di şerê 7 mehan ê li Bakurê Iraqê de, duyemîn artêşa mezin a NATO'yê tevî rêberî û piştgiriya PDK'ê jî nikare li hember hêze tu hêzeka wê ya hewayî tune ye bi ser bikeve. Desthilata AKP'ê dixwaze beriya hilbijartinê serketineke wiha bi dest bixe, da ku wê li hundir bi kar bîne. Lê nikaribû. Ez wiha difikirim ku ew ê serî li her tiştî bide."    ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ   Altan, diyar kir ku dibe ku ev yek bibe cihê encamine cuda û got ku hemû şer di encama helwestên welatan de yên ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî rê li ber mudaxileya hêzên derve vedikin tên meşandin. Altan bal kişand ser perçebûna Sûriyeyê jî û polîtîkayên Esad ên rê li ber vê vekirine. Altan got: "Hêzên koalîsyonê ji ber ku 80 kes ji aliyê Esad ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin mudaxileyî vir kirin. Piştî vê Şamê 105 fuze xwarin. Iraq jî bi heman awayî. Seddam li Helebçeyê qetlîama kîmyewî kir. Di cih de êrîşî cîranê xwe yê başûr kir. Di encamê de Iraq bi destwerdana cîhanê derveyî hat perçekirin. Li welatên bi vî rengî, hêzên super xwe li ber êrişên welatên li nedîtinê datînin da ku civak kamil bibe. Tew mirov dikare bibêje ku wan teşwîq jî dike. Êrîşên Tirkiyeyê xwedî wateyeke wiha ne. Geşedanên şerê li Ukraynayê nîşan didin ku şerê cîhanê yê sêyemîn li ber deriyê me ye. Tirkiyeyê Santrala Nukleerî ya Akkûyûyê bi temamî radestî Rûsyayê kir. Niha jî bi hinceta parastina santralê radar tê çêkirin û kes nikare bikeve vê herêmê. Em dikarin bibêjin ku S-400 jî dê ji bo vê yekê werin bicihkirin û bikar bînin. Wateya vê yekê ev e: Tirkiye wek Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê ku dabû DYA'yê, li peravên Deryaya Spî jî baregehekê pêşkêşî Rûsyayê dike, ev jî ev tişt e ku ev welat ji bo hêzên super hêzê dike qada pevçûnê."   FERASETA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK    Altan, destnîşan kir ku ev geşedan hemû pêwîst dikin ku Tirkiye pirsgirêkên xwe bi rêyên demokratîk çareser bike, lê desthilat berovajî vê yekê dike û di wê baweriyê de ye ku dê pirsgirêkan bi şer çareser bike. Altan ku got "Bêbextiya me ya herî mezin ev e" wiha dewam kir: "Ev ne tenê gotinên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ye. Çekên nukleerî yên taktîkî jî bi heman awayî ne. Mînak, orgeneralê teqawîdbûyî Erdogan Karakuş di televizyonê de got ku ev çek di destên hêzên bejahiyê de hene. Li Tirkiyeyê di çarçoveya NATO'yê de hin sernavên têkildarî nukleerê hene. Em bi vê jî vê dizanin. Lewma dê rê nede guftûgoyên ku bi rêyên demokratîk pirsgirêkan çareser dikin. Lê mixabin berevajî vê, bedêl çi dibe bila bibe polîtîkaya AKP-MHP'ê welêt bi rê ve dibe. Ev hemû îhtîmala ku şerê cîhanê yê sêyemîn li Tirkiyeyê, dîsa bi rengê şerê wekaletê û bi qasî ku Rojhilata Navîn bigire nava xwe û xurtir dike. Ji bo vê jî pêwîstî bi têgihiştineke ku pirsgirêkan bi muzakereyan bi rêyên demokratîk çareser bike, rê nede destwerdanên derve û di warê aborî de welat bi aştiyê ji nû ve ava bike, heye. Lê mixabin, berovajî vê, Tirkiye bi polîtîkaya AKP-MHP’ê ya ku dixwaze bi her awayî li ser desthilatdariyê bimîne tê birêvebirin. Ji ber ku hemû cîhan êrîşan li derve dibîne; tirkiye bi tenê dimîne, welêt daxilî nava şer bûye, ev tişt ne xema wan in."    LI ROJAVAYÊ JÎ HEMAN FERASET HEYE   Altan, anî ziman ku heman feraset li Rojavayê jî rû dide û got ku li vê herêma ku destûra tevgera bejahiyî nayê dayîn topbaran û êrîşên bi SÎHA'yan dewam dikin. Altan wiha dirêjî da axaftina: “Topavêtin di warê leşkerî de xwedî roleke wiha ne; top wekî çeka rênîşanderî li noqteyeke hesas nakeve. Dibe ku li deverên li derdora koordînata hatiye diyarkirin jî bikeve. Ji ber ku guleya topê rêyeke dûr û dirêj dişopîne û diçe. Bandorê ji bayê jî digire. Ger hûn herêmekê bi tevahî wekî dijmin bihesibînin, hûn ê bêserober topan bavêjin wir. Li Iraqê mirovên li seyranê û zarok bi vî awayî jiyana xwe ji dest dan. Li gundan xanî tên bombekirin. Korîdora ewlehiyê jî meseleyeke bi vî rengî ye. Ger hûn li wir her kesî wekî terorîst îlan bikin, divê hûn hemû mirovan qetil bikin. Her wiha li Efrîna di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, bi rêxistina HTŞ'ê, çeteyên Artêşa Sûriyeya Azad bi dest ket. Tirkiyeyê pevçûnên di navbera van çeteyan de temaşe kir û tenê navbeynkarî kir, belkî jî bi zanebûnî destûr daye."   ‘EM DAXWAZA JI BO AŞTIYÊ BILIND BIKIN'   Altan, destnîşan kir ku gava ku mînakên topavêjan û çekên kîmyewî bi bêhiqûqiya polîtîkaya navxweyî de dibin yek wehameta rewşê dê baştir bê dîtin û axaftina xwe wiha bi dawî kirf: "Kesên rojnamevanan, zanyaran digire û bêhiqûqîtiyên li hundir dike, ma dê guh li hiqûqa şer bike? Guh lê nake û dibe ku îmzeyê deyne binî gelek sûcan jî. Divê civak hay ji vê yekê hebe. Divê em hewcedariya ji bo aştiyê li hemû beşên civakê belav bikin da ku desthilat berê xwe nedin van sûcan û şer bi dawî bibe. Di şerekî sêyemîn ê cîhanê de gava çekên kîmyewî jî bên bikaranîn û bandorê li me bike, wê gavê em ê dereng bikevin. Divê li dijî vê yekê daxwaza ji bo aştiya civakî bê bilindkirin."    MA / Tolga Guney