Rojnamevan: Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin 2022-11-01 10:14:34   ENQERE - Hempîşeyên rojnamevanan diyar kirin ku ji bo desthilat bikeve pêş mafê nûçe agahî girtina civakê rojnamevan girtine û got: “Em ê li cem lêgerîna heqîqetê bin.”   Di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqere de di 25’ê cotmehê de Midura Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger di 29’ê cotmehê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.     Nûçeyên ku rojnamevanan çêkirin, hevdîtinên bi telefonan û çavkaniyên nûçeyan re, gera di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de kirin sedemê girtina wan. Hempîşeyên wan bertek nîşanî îşkencekirin û girtina rojnamevanan dan û bal kişandin ser bêhiqûqiyê.     ‘EM Ê KELEHA FAŞÎZMÊ BI PÊNÛSÊ XWE HILWEŞÎNIN’   Nûnera Enqereyê ya Rojnameya Alinterî Zarîfe Çamalan, diyar kir ku nivîsîna rastiyan desthilat aciz kiriye û wiha got: “Ji ber bêçaretiya xwe feraseta agahî girtina civakê xest dikin, ji holê radikin, bi zext û êrişan diqûtifînin û hewl didin bêdeng bikin. Nekarîn vê yekê bikin, wê bi sernekevin jî. Çapemeniya Azad bi salan e bi êrişan re rûbirû maye. Rojnamevan, ne tenê bi mûameleya faşîst a di bin çavan de rûbirû dimînin li qadan jî tên derbkirin, binçavkirin û tundî li wan tê kirin.”   Çamalan, bi lêv kir ku desthilat dixwaze civakê bi van êrişan qûtifîne û wiha axivî: “Ev yek nekarîn pêk bînin, li dijî vê bertek zêde ne û piştevaniya me mezin e. Ne çapemeniya azad bêdeng bû ne jî dê bêdeng be, em ê keleha faşîzmê bi pênûsê xwe hilweşînin.”   KAMPANYAYA REŞKIRINÊ YA DESTHILATÊ   Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ya Enqereyê Sîbel Hurtaş bi lêv kir ku di demeke ber bi hilbijartinê ve diçin de desthilat hewl dide çapemeniyê reş bike û wiha axivî: “Di serî de kedkarên Çapemeniya Azad, çapemeniya kurd bi zextên pir cidî re rûbirû dimîne. Mirov dikare vê weke ‘kampanyaya reşkirinê’ bi nav bike. 16 hevalên me di 16 hezîranê de hatin girtin, pişt re em bi nûçeya girtina 9 hevalên me yên rojnamevan re rûbirû man. Dozên ku li 160 rojnamevanên kurd hatine vekirin hene. Di demeke ku ber bi hilbijartinan ve diçin de operasyoneke wisa ne tesaduf e.”   ‘EM Ê LI PEY RASTIYAN BERNEDIN’   Hurtaş, bi lêv kir ku rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine hatin girtin û wiha berdewam kir: “Bifikirin ku rojnamevanek ji ber nûçeyên ku çêdikin û pirtûkên li mala wan hatine dîtin tên darizandin. Ji vê re jî dibên ‘endamtiya rêxistinê’. Dizanin ku serê lêpirsînê nagihe tu deran. Di 16’ê hezîranê de 16 hevalên me hatin girtin. Em ketin meha mijdarê lê hêj îdianame li holê tune ye. Nekarîn sûcekê biafirînin. Rojnamevanî ne sûc e. Hevalên me rojnamevantiya mafparêz kirin û ji bo vê hatin krîmînalîzekirin. Nûnerên Çapemeniya Azad, hedef hatine girtin. Dema em li dîmenên ku hatine servîskirin dinêrin, ji bilî hevalên hatin binçavkirin hevalên din ên li malan jî rastî mûameleya nebaş hatine, berê çekên lûle dirêj dane serê wan û îşkence li wan kirine. Em rastiya ku hevalên me dişopandin bernadin. Em ê di vê lêgerîna heqîqetê de li cem wan bin.”   ‘EM ŞAHIDÊ ROJNAMEVANTIYA WAN IN’   Nûnerê DÎSK Basin Îş’ê yê Herêma Anatoliya Navîn Tûrgût Dedeoglû jî diyar kir ku biryara dadgehê dayî siyasî ye û ev tişt gotin: “Em şahidê rojnamevantiya hevalên xwe ne. Her çiqas bêjin ‘ne rojnamevan in jî’ bi şêweyê xwe yê jiyanê, bi nivîsîn û tiştên dikin rojnamevan in. Rojnamevanî karê nivîsîna rastiyan e, wêrekiya nîşandana rastiyan e. Me gelek tiştên nikarin bên nivîsîn û xwendin bi rêya Çapemeniya Azad dîtin. Avahiyên wan bên bombekirin û belavkarên wan bên qetilkirin jî wê karê xwe bidomînin. Rojnamevanî ne sûc e. Em ê binivîsin û nîşan bidin ku rojnamevanî ne sûc e.”