DBP: Xwedî li nirx û destkeftiyên kurd derkevin 2022-11-01 11:11:26   AMED - DBP’a ku bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî parve kir, diyar kir ku polîtîkayên desthilatdaran ên ku li ser dijminatiya gelê kurd pêk tên, wê bê encam bimînin û got: “Em bang li gelê kurd, saziyên sivîl, partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrişan bi helwesteke zelal bertek nîşan bidin û xwedî li nirx û destkeftiyên gelê kurd derkevin.”   Di sala 2014’yan de çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên xwe, bi ser Kobanê de girtin û xwestin tekoşîn û şoreşa li Rojava têk bibin. Lê tekoşîna gelê kurd ya li dijî êrişan bi mehan berdewam kir, berxwedaneke mezin bi xwe re anî û çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wan têk birin. Berxwedana Kobanê ku li Cîhanê deng veda, li her derê xwedî lê hate derketin. Li çar aliyên cîhanê ku di nava wan de xwediyên Xelatên Aştiyê yên Nobelê, akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi banga bi hezaran kesan 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin. Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek niviskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Kobanê, li dijî dagirkeriyê ber xwe da û serkeftin bi xwe re anî.    ‘KURDAN DOSTÊN XWE BI BERXWEDANEKE BÊ HEMPA DAÎŞ Û ŞIRÎKÊN WÊ TÊK BIRIN’   DBP'ê bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrişê Kobanê kir û hewl da ku Kobanê dagir bike û wiha got: “Li dijî van êrişên ku bi mehan berdewam kir, gelê kurd û dostên wan bi berxwedaneke bê hempa DAÎŞ û şirîkên wê têk birin. Ev serkeftina ku bi pêşengtiya gelê kurd û bi taybetî jî jinên kurd pêk hat bala hemû cihanê kişand û li ser banga xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civakî yên demokratîk, 1’ê Mijdara 2014’an wek Roja Piştevaniya Cîhanê ya bi Kobanê re hat îlankirin.”   ‘DIRÛŞMEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BÛYE QÊRÎNA AZADIYÊ’   DBP’ê, di berdewama daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Berxwedana ku li Kobanê pêk hat di heman demê de bû sembola şoreşa Rojava. Berxwedana Kobanê li Rojava, bi têkoşîneke enternasyonal re bû yek û li cihanê belav bû. Ev yek jî ji bo gelên bindest bû hêviya azadiyê. Di şexsê Arîn Mîrkan de berxwedana jinên kurd ji bo jinên Rojhilata Navîn û li Cîhanê bû mînaka têkoşînê ya li dijî serdestan. Mînaka vê yekê jî îro serhildana ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina Jîna Eminî dest pê kir û bi dûrişmeya 'Jin Jiyan Azadî' berdewam dike ye. Ev dirûşmeya ku li Rojava şax da li ser lêvên jinên cîhanê bûye qêrîna azadiyê.”   ‘DESTHILATDARIYA AKP Û MHP’Ê EFRÎN TALAN KIR’   DBP'ê bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û wiha pê de çû: “Kobanê ji bo gelê Kurd qonaxeke girîng e. Desthilatdarên ku axa Kurdistanê kirin çar perçe û ev sed sal in ku gelê kurd bi sînoran ji hev qetandine, hêvî dikirin ku Kobanê bikeve da ku rê li ber şoreşa Rojava bigrin. Lê bi berxwedana Kobanê re gelê kurd sînorên nav xwe ji holê rakirin û bi yek dilî, bi yek hestî xwedî li berxwedana Kobanê derket. Vê yekê jî di nav kurdan de hêviya yekîtiyê xûrt kir û di heman demê de yekîtî li ser gelê kurd ferz kir. Kobanê nîşan da ku gelê kurd xwediyê hêzeke wusa ye ku dikare axa xwe biparêze û xwe bi rê ve bibe.”   DBP'ê di daxuyaniyê de bertek nîşanî êrişên desthilatdariya AKP'ê û MHP’ê dan û wiha domand: “Lewma jî Hikûmeta AKP-MHP’ê bi hevkarî û îcazeta hêzên navnetewî Girê Spî, Serê Kaniyê û Efrînê dagir kir, bi destên çeteyan bi her awayî Efrînê talan dike û demografiya wê diguherîne. Îro jî derî bi derî digere ku ji hêzên navnetewî careke din destûrê bigire da ku êrişî Rojava bike. Piştî ev yek pêk nehat bi rêya SİHA’yan êrişî sivîlan dike û bi vî awayî hewl dide ku herêmê xalî bike û şoreşa Rojava têk bibe.”     BANG HAT KIRIN   DBP’ê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev têkoşîna destane ya gelê kurd a li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, careke din nîşanê me da ku êrîş û polîtîkayên desthilatdaran ên ku li ser dijminatiya gelê kurd pêk tên, wê bê encam bimînin û ti carî bi ser nekevin. Bi vê minasebetê em careke din Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin û bang li gelê kurd, saziyên sivîl, partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrişan bi helwesteke zelal bertek nîşan bidin û xwedî li nirx û destkeftiyên gelê kurd derkevin. Em bi rihê Kobanê ber bi azadiyê ve dimeşin.”