Derbarê Şaredarê Rezanê yê berê de wê mutalaa bê amadekirin 2022-11-01 13:04:34   AMED - Di danişîna doza Şaredarê Rezanê yê berê û Hevserokê HDP’a Amedê yê berê parêzer Cebbar Leygara ku ji dosyaya KCD’ê tê darizandin de wê mutalaa bê amadekirin.    Danişîna doza Şaredarê Rezanê yê berê û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê yê berê parêzer Cebbar Leygara, Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Amedê yê berê Cafer Kan, Serokê Şaxa TUM BEL-SEN ê Amedê yê berê Edîp Yaşar ku ji lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatin girtin û pişt re hatin berdan, hate dîtin.    Danişîna doza bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” hate vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Danişîna ku Leygara, Yaşar û Kan tev li nebûn de parêzer Servet Ozen, Devrîm Bariş Baran û Suleyman Bîlgîç di danişînê de amade bûn.   Parêzeran xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dozgeriyê jî xwest ku ji bo amadekirina mutalaayê dosya radestî wî bê kirin.    Dadgehê, daxwaza dozger qebûl kir û danişîn taloqî 12’ê çileyê kir.