Daxwaza betalkirina darizandina parlamenter Kaya hat redkirin 2022-11-01 13:31:18   AMED – Di doza Parlamentera HDP’ê Hûda Kaya de parêzeran xwest ku ji ber parêzbendiyê, darizandina Kaya bê betalkirin lê ev daxwaz hat redkirin.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hûda Kaya, bi hinceta ku di lijneyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de cih girtiye û tev li xebatên partiya siyasî bûye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna dozê îro li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Kaya tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Serdar Çelebî amade bû.    Parêzer Serdar Çelebî di danişînê de anî ziman ku beyanên xwe yên di daxwaznameya xwe ya di rûniştina navberê de dabûn dadgehê dîsa dubare dike û xwest ku ji ber parêzbendiyê darizandina miwekîla wî bê betalkirin.    Dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Şandeya dadgehê daxwaza betalkirina darizandina Kaya red kir û danişîna dozî taloqî 12’ê çileyê kir.