Dîroka bi berxwedanê hatiye nivîsîn: Roja Rojava ya Cîhanê 2022-11-01 13:31:49   RIHA - Cîgira Hevserok a Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê têkildarî Roja Rojava ya Cîhanê axivî û destnîşan kir ku tevî hemû êrişan bi têkoşîneke rêxistinî avakirina pergala demokratîk berdewam dike.    DAIŞ di sala 2011’an de, şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji xwe re fersend dît û di sala 2014’an de êrişî bajarê Kobanê kir. Berxwedana Kobanê bû destpêka têkçûna DAIŞ’ê. Hêj ku êrişên DAIŞ’ê dom dikirin bi banga gelek nivîskar û rewşenbîran 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin. Di roja salvegera Kobanê ya ji DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin a 20’ê çileya 2018’an, Qantona Efrînê, di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 9’ê cotmeha 2019’an jî êrişên Serêkaniyê û Girê Spiyê pêk hatin. Bi armanca piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2019’an de 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê hate îlankirin. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîna Osê, têkildarî têkoşîna li dijî, DAIŞ’ê hatiye dayîn û encamên wê axivî.     BERXWEDANA KOBANÊ   Osê, destnîşan kir ku tu hêz nikarin li dijî têkoşîna bi pêşengtiya jinan hatiye dayîn, israr û îradeya gel bisekine û anî ziman ku têkoşîna li dijî êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû bingeha hemû berxwedanan. Osê, da zanîn ku Kobanê “Keleha Berxwedanê” ye û wiha axivî: “Ev têkoşîn bû wesîleya xelaskirina fîzîkî ya DAIŞ’ê. Kobanê ji wê roja heya îro ji bo têkoşîna gelan xwedî ciheke girîng e û bingeha rêveberiyeke demokratîk e. Têkoşîna Efrînê ya 58 rojan dom kir û têkoşîna Bahoz bû sedema qezenckirina îradeyeke mezin. Komploger jî hedefgirtina jiyana azad a gelan domandin.”    ÊRIŞÊN TIRKIYEYÊ   Osê, bal kişand ser îradeya li Sûriyeyê derketiye holê û bi bîr xist ku îradeya gel hemû êriş berteref kirin. Osê, bi lêv kir ku ew ê gelên ku piştgirî dane berxwedana wan ji bîr nekin û ev tişt gotin: “Li gel hemû teknolojiya di destên wan de, 58 rojan têkoşînek mezin hate nîşandan. Tirkiye li gel Efrînê êrişî Girê Spî û Serêkaniyê jî kir. Bombeyên fosforê, balefirên şer hatin bikaranîn û şervanên YPG-YPJ û QSD’ê li dijî van êrişan li ber xwe dan. Rejîma Sûriyeyê û Rûsya li hemberî van êrişan bêdeng man û DAIŞ jî di vê pêvajoyê de hewl da ku hinek xwe zindî bike. Ji ber ku Tirkiye, ji projeya taritiyan ronî dike ditirse, êrişan pêk tîne û hemû dewletên cîhanê jî dijî van êrişan bêdeng in. Li dijî rêveberên me yên leşkerî, siyasî û îdarî bi SÎHA’yan êrişên sûîqestan pêk tînin. Tirkiye bi êrişên qirêj sûcên şer dike.”   AVAKIRINA PERGALA DEMOKRATÎK   Osê, diyar kir ku rêveberiya xweser piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, tevahiya herêmê li dijî êrişan diparêze û pergala demokratîk bênavber ava dike. Li gel hemû hewldanên hevdîtinan ên bi Sûriyeyê re, ev projeya rêveberiya xweser neket meriyetê. Tirkiye naxwaze gel bi projeya xwe, xwe ji êrişan biparêze ji ber wê bênavber êrişan pêk tîne. Me piştî şer, rêxistinkirina gelê xwe, ji xwe re esas girt. Me mekanîzmayên xwe yên parastinê xurt kirin û gelê xwe ji êrişan parast. 10 sal derbas bûn û me ev ruhê berxwedêr li ser piyan girt. Têkoşîna gel ji hemû hêzan xurttir e. Têkoşîna gel DAIŞ’ê têk bir. Rêveberiya xweser bi gelê xwe re, bi rêveberiya xwe ya aborî û siyasî, li dijî hemû êrişan xwe diparêze û xwe ava dike.”    MA / Mujdat Can