Kedkarên perwerdeyê sibe dev ji kar ber didin 2022-11-01 13:46:52   ENQERE – Kedkarên perwerdeyê diyar kirin ku Qanûna Pîşeya Mamostetiyê pirsgirêkên heyî çareser nake û biryar dane ku dê sibe çalakiya berdana kar li dar bixin.    Kedkarên perwerdeyê bi mebesta ku balê bikişînin ser Qanûna Pîşeya Mamostetiyê (OMK) ku rêgeza wekheviya heqdestê di navbera wan de tune dike û newekheviyê kûrtir dike û pirsgirêkên di qada perwerdeyê de, sibe dê li ser banga 14 sendîkayên perwerdeyê dev ji kar berdin.    Egîtîm-Îş, Egîtîm Sen, Hurriyetçî Egîtîm Sen, Teç Sen, Anadolu Egîtîm Sen, Ozgur Egîtîm Sen, Egîtîm Hak Sen, Îdeal Egîtîm Sen, Egîtîm Soz Sen, Eksen Egîtîm Sen, Egîtîmde Bîrlîk Sen, Sendîqeya Mafên  Wekhev û TOB-Senê ku li dijî OMK’ê bûne yek, diyar kirin ku qanûna heyî di navbera mamosteyan de newekheviyê kûr dike û bi daxwaza amadekirina qanûneke nû dê sibe saet di 11.30’an de li Qada Ulusê bên cem hev.    Di daxuyaniyê de yek ji kedkarên perwerdeyê Denîz Firat da zanîn ku di navbera mamosteyan de cihêkariyeke weke sermamoste û mamosteyê pispor tê kirin û wiha got: “OMK, di navbera mamosteyan de hem ji hêla hiyerarşîk ve û hem jî ji hêla aborî ve cihêkariyê çêdike. Em ê di 2’yê mijdarê de bi dirûşma ‘ji bo heman karî heman heqdest’ dev ji kar berdin. Daxwaza me ew e ku ne tenê hempîşeyên me lê rêxistinên civaka sivîl û xwendekar jî piştgiriyê bidin me. Em ê li wir daxwaza betalkirina OMK’ê bikin.”    Ji kedkaran Sacît Unalmiş jî got ku ji bo dengê xwe hîn bilindtir bikin, dê di 2’yê mijdarê saet di 11.30’an de li Qada Ulusê ji bo rojekê dev ji kar berdin û banga piştgiriyê kir.