Doza Kobanê: HDP’ê banga tundiyê nekiriye 2022-11-01 14:27:39   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Berê Gulser Yildirim di Doza Kobanê de diyar kir ku ji çalakiyên Kobanê siyasetmedar berpirsyar tên dîtin û wiha got: “HDP’ê tu carî bangawaziyeke wiha ya ji bo tundiyê nekiriye û nake jî.”    Rûniştina 6’emîn a 18’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.   Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din jî amade bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi parastina Parlamentera HDP’ê ya Berê Gulser Yildirim berdewam kir.    Yildirim ku bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û doz weke “kompas” pênase kir. Bi domdarî Yildirim wiha got: “6 sal piştî bûyeran li ser fermana AKP-MHP’ê ev doz hat amadekirin. Dema bûyer dest pê kirin, yên ku ji bo asayîkirina rewşê tevdigeriyan jî rêveberiya HDP’ê bû. Yên ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar bûyîn jî ji partiya me bûn. Me ji bo lêkolînkirina bûyeran gelek caran pêşnûme dan Meclisê lê her carê ji hêla desthilatdariyê û şirîkên wê ve hatin redkirin.    POLÎTÎKAYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ    Desthilatdarî, HDP’ê weke berpirsyarê bûyerên Kobanê dibîne. Ez, îdiaya ku dibêjin HDP’ê bi twîta xwe banga tundiyê kiriye, red dikim. Weke ku tevahiya raya giştî pê dizane, wê rojê DAIŞ ber bi Kobanê ve bi hovane pêş diket. Ev daxuyanî jî li dijî hovîtiya DAIŞ’ê hatibû kirin. Ev bûyerên li gelek bajarên Tirkiyeyê pêk hatin, li dijî wehşeta DAIŞ’ê hatibûn kirin. Hewl didin hevalên me weke berpirsyarên van bûyeran nîşan bidin. Lê ev yek ne însanî û ne jî hiqûqî ye. Siyasetmedarên HDP’î tu caran ji bo tundiyê bangawazî nekirine. Em îro jî polîtîkaya aştî û demokrasiyê dimeşînin.    DESTHILATDARIYÊ CIVAK KIR DU BEŞ   Feraseta nîjadperest û tunehesibandinê li tu devera cîhanê xêrek negihandiye tu welatan. Ev polîtîkaye tenê dibin sedema qelsbûna aboriyê û rê li ber xizantiyê vedikin. Yek ji sedema pirsgirêkên di vê dozê de tên jiyîn jî, ev zîhniyete ye. Heke îro mirovên di bin sîwana HDP’ê bikarin bi ziman, hebûn û çandên xwe bibin heval, ev yek encama vê feraseta demokratîk e. Ev çand jî ji xizmeta civakê tê. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi vê çandê heye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê her roj civakên Tirkiyeyê ji hev dabeş dike. Em jî dibêjin pêdiviya civakê bi van polîtîkayan nîne. Bêtehemûliya di nava civakê de ewqas zêde bûye ku hunermendên bi zimanê xwe stranan dibêjin, rastî êrişên nîjadperest tên. Di lêkolînên cemaweriyê de encamên giran ên van polîtîkayan bêhtir derdikevin holê.    EM DEMOKRASIYÊ DIPARÊZIN    Sedema polîtîkayên heyî desthilatdarî ye. Em demokrasiyê diparêzin. Demokrasî bo me çi ye? Demokrasî, rêzgirtina li hemberî fikrên şexsî û civakê ye. Çareserkirina hemû pirsgirêkan a li dora maseya hevpar e. Çareseriya vê jî çarçoveya demokratîk, wijdanî, adil û wekhev e. Mirov nikare edalet û demokrasiyê ji hev cuda bigire dest. Ji bo parastina demokrasiyê, divê em darazeke adilane û hiqûqî ava bikin. Ev yek, pirsgirêkeke exlaqî, wijdanî û însanî ye. Jixwe heke ev yek pêk bê, wê demê hîmê aştiya civakê jî dê were avêtin. Dê kî ji vê sûd bigire? Gelên Tirkiyeyê û kedkar dê jê sûd bigirin. Berjewendiyên gelên Tirkiyeyê di çanda demokrasiyê de heye lê desthilatdarî berjewendiyên xwe dideyne pêşiya daxwazên civakê.    Weke jineke kurd, ez ji desthilatdariyê bêhtir berjewendiyên gelên Tirkiyeyê diparêzim. Hûn dikarin vê rastiyê hem di felsefeya HDP’ê de û hem jî di derdorên cuda yên me pê re tifaq çêkiriye de bibînin. Hevseroka me ya berê Fîgen Yuksekdag tirk e. Bi şexsiyetên mîna wê re hevaltiyeke me ya pir hêja heye. Heke polîtîkayên HDP’ê li vî welatî bikevin meriyetê, gelên tirk, kurd, ereb, suryan û çerkes dikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Di vê felsefeyê de dijminatî bi tu gel û baweriyan re nayê kirin. Bêedaletî tune ye. Dijminatiya li jin û ciwanan tune ye. Felsefeya HDP’ê mafê her mirovekî weke mafê xwe dibîne.    Gelê kurd ji hêla hemû desthilatdariyên vî welatî ve tune hat hesibandin. Desthilatdariyan jî ol weke amûreke siyasî bi kar anîn. Dema mijara behsa xeberê bû çand û mafên kurdan, ev desthilatdarî ne ol û ne jî Xwedê nas dikin. Em ji vir dipirsin, gelo dema mijar dibe kurd û mafên wan, wijdan, edalet û hiqûqa we li ku dimîne?”    Piştre jî şandeya dadgehê heta saet 13.00’an navber da.