Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êrişên çekên kîmyewî 2022-11-01 17:04:55   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Îzmîrê de axivîn, bal kişandin ser çekên kîmyewî û daxwazên xwe dûbare kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 131’emîn de li ber Edliyeya Îzmîrê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” dinivîsîn, li xwe kirin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Alîaga piştgiriya çalakiyê kir.    ‘SEBRA ME NEMA’   Yek ji malbata girtiyan Hanim Sever, diyar kir ku girtî nayên dermankirin û axaftinên wan ên bi telefonê di nivî de tên birîn. Sezer, destnîşan kir ku daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Li Tirkiyeyê demokrasî, aştî nîne. Kî dibêje aştî weke ‘terorîst’ tê binavkirin. Lê ew kesên ku ji me re dibêjin terorîst, terorîst in. Zarokên me ne ji ber tiştek kirine ji ber parastina zimanê xwe girtî ne. Dilê me ji bo herkesê dişewite. Êdî bes e, bombeyan, gazên bijehr diavêjin. Êdî sebra me nemaye. Em dixwazin tecrîda li ser Îmraliyê û girtîgehan bê rakirin.”   ‘LI KOBANÊ BERXWEDANÊ QEZENC KIR’   Yek ji malbata girtiyan Medîne Kaymaz jî bi bîr xist ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye û bal kişand ku li Kobanê berxwedana li dijî DAIŞ’ê bi ser ket. Kaymaz, diyar kir ku zext û girtin berdewam dikin û wiha got: “Çima rojnamevanên me li hundir in? Çima hûn zarokên me ji ber nûçe çêkirine digirin? Em van sûcan nebêjin? Êdî bes e, êdî hûn ê heta ku derê zilmê bikin? We îşkence kirin, qetilkirin, lê êdî bes e. Ev zilm berdewam bike wê aştî çawa pêk were?”   Kaymaz, bi lêv kir ku wê xwedî li berxwedana zarokên xwe derkevin û anî ziman ku heta binpêkirinên li girtîgehan berdewam bikin wê têkoşîna wan bidome.