Li Amedê Meşa Kobanê: Em ê li her derî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin 2022-11-01 19:10:21   AMED – Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn ku di pîrozbahiya Roja Kobanê ya Cihanê de axivî anî ziman ku dê têkoşîna wan bi felsefeya Kobanê bidome.   Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Amedê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Girse li kolana Sakaryayê ya navçeya Rezanê û semta Ofîse ya navçeya Yenîşehîra Amedê kom bûn û dirûşmeyên, “Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, “Bijî berxwedane Zapê”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin Jiyan Azadi” berzkirin û meşiyan.    Di meşê de Hevserokê MEBYA-DER’e Şehmûz Karadag axaftinek kurt kir. Karadag got ku Kobanê berxwedana gelê kurd e, ew ê berxwedana gelê kurd bi ser bixin.   Piştî meşê girse li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê kom bû û li wir Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivîn.   ‘AZADÎ DÊ BI SER BIKEVE’   Zeyyat Ceylan bi lêv kir ku berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê bû û ev tişt gotin: “Berxwedana Kobanê çawa ku hişmendiya DAÎŞ’ê têk bir, em di wê bîr û baweriye de ne ku îro jî wê têk bibe. Ji bo Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê wê bibe wesileya aştî, aramî û azadiyeke serfiraz û birûmet. Bi wê wesileyê em ê careke din yên di vê rêyê de canê xwe dane bi rêzdarî bibîr bînin û em careke zîhniyeta DAÎŞ’ê şermezar dikin. Çi dibê bila bibe azadî dê bi ser bikeve. Bijî berxwedana Kobanê.”    ‘BERXWEDAN DÊ HEBE’   Pişt rê jî Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn axivî. Tosûnê anî ziman ku bi wesileya Roja Kobanê ya Cihanê xwestine daxuyaniyê bidin û wiha bertek nîşanî dorpêça polîsan da: “Îro dîsa bi sepanên tecrîdê dora me dorpêç kirine. Lê em li vir careke din dibêjin ku li ku zilm û zordarî hebe dê li wir berxwedan jî hebe. Bi pêşengiya jinê li Kobanê serfiraziyeke mezin çêbû û li hemû cihanê jî belav bû.”    ‘JI FELSEFEYA KOBANÊ DITIRSIN’   Tosûnê bi domdarî gotina serokwezirê wê demê Erdogan ku gotibû "Kobanê dê bikevê" bibîr xist û got: “Lê xeyalên hemû desthilatan xirab bû û tekoşîna Kobanê belavî hemû cihan bû. Niha jî dixwazin tola Kobanê ji hemû siyasetmedaran bistînin û gelek siyasetmedarên kurd di zindanan de ne. Li Kobanê bi pêşengiya jinê felsefeyek belav bû. Ew felsefe îro ji hemû cihanê re bûye mînak. AKP-MHP jî ditirse ku ew felsefe li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe. Ew jî dizanin ku ew felsefe belav bibe, dê Tirkiye û Kurdistan bi aştî û azadiyeke bi rûmet bi hev re bijîn.”    ‘EM Ê LI HER DERE TEKOŞÎNA FELSEFEYA KOBANÊ BIMEŞÎNIN’   Tosûnç di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê û got: “Tevî ku ji aliyê Rojavayê kevirek jî nehatiye Tirkiyeyê, desthilata AKP'ê dixwaze tola Kobanê ji hemû siyasetmedarên kurd û gelê kurd hilîne. Lê hemû dinya jî dizane ku dema DAÎŞ derket hemû dinyayê derî û paceyên xwe girtin, lê keç û xortên kurd li dijî DAÎŞ’ê têkoşînek mezin dan û bi ser ketin. Em careke din dibêjin ku mînaka Kobanê divê li hemû cihanê belav bibe. Mînaka Kobanê divê li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe û aştî, azadiyeke bi rûmet bi ser bikeve. Deshilatdar dixwaze dengê hemû hezên demokrasiyê bitepisîne, çend roj ji berê ji bo dengê heqîqetê bitepisînin rojnamegerên kurd ên çapemeniya azad girtin. Şebnem Korûr Fîncanci ji ber ku der barê çekên kîmyewî de axivî ew avêtin zindanê em jî li vir careke din dibêjin ku em li her cihî doza aştiyeke bi rûmet dikin û li her cihî têkoşîna felsefeya Kobanê bimeşînin. "Jin jiyan azadî" çawa li Kobanê bi ser xist wê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê jî azad bike.”   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.    Hat zanîn 3 kes di meşê de hatine binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin, Hevserokê DBP'a Rezanê Nasir Yentar, rêveberê DBP'a Rezanê Îhsan Înatci û Hasibe ku paşnavê xwe nehat hînkirin.