Kurdêya dêya xwe, Zinarîna têkoşînê 2022-11-02 09:02:05 MÊRSÎN - Zinarîn Cûdî ku li Zapê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin, bi vî awayî dabû ser rêça azadiyê: "Li vî welatî, heya em bi rihetî bi zimanê xwe neaxivin û heya Kurdistana azad neyê avakirin zewac li me heram e û koletî ye."   Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17'ê nîsanê ve didomin. Di êrişên Tirkiyeyê yên bi çekên kîmyewî de 17 endamên HPG û YJA-Starê jiyana xwe ji dest dan. Ji HPG'î û YJA-Stariyên ku di 18'ê cotmehê de nasnameyên wan hatibûn eşkerekirin yek jê jî endama YJA-Starê Zinarîn Cûdî (Gûrbet Oran) bû. Zinarîn Cûdî, di êrişên bi çekên kîmyewî de yên di meha Îlonê de li Zapê çêbûbûn jiyana xwe ji dest daye.    Zinarîn, piştî malbata wê ji ber zextên dewletê û ferzkirina cerdevantiyê di sala 1987'an de ji bajaroka Şenoba ya navçeya Qileban a Şirnexê koçî navçeya Toroslar a Mêrsînê dike, li vir di sala 1994'an de hatiye dinyayê. Malbata wê xwestiye navê wê wekî Kurdistan tomar bike, lê ji ber ku ev nav nehaiye qebûlkirin di nasnameya dewleta tirkî de navê Gûrbet lê hatiye kirin. Lê ew her tim wekî "Kurdê"ya malbatê maye. Zinarîn ku li vir ji tu Newrozê û çalakiyan nemaye, gava dest bi amadekariyên ji bo zanîngehê kiriye, di 4'ê Nîsana 2014'an de tevlî nava refên PKK'ê bûye.    NAMEYA LI DÛ XWE HIŞTIYE   Zinarîn berî biçe bi 13 rojan nameyek nivîsiye û xistiye çenteyê xwe yê dibistanê. Zinarîn di nameya xwe de armanca çûna xwe wiha ragihandiye: "Îro 19.03.2014 û min biryarek girt. Dibe ku ev biryara min gelek kesan biêşîne, lê ji bo aramî û bextyariya gelek kesan e. Li vî welatî, heya em bi rihetî bi zimanê xwe neaxivin û heya Kurdistana azad neyê avakirin zewac li me heram e û koletî ye. Ji ber hindê min biryar girt ku tevlî nava refên hevrêyê xwe bibim. Tu tişt ji vê biryara min xweştir tune ye li vî welatî. Ger bimirim, dixwazim di rêça doza xwe de bimirim, ne wekî miroveke asayî. Ez ji bo Rêbertî, gelê xwe û ji bo ciwanên wekî xwe tevlî dibim. Ez jineke 20 salî me û 8 sal in partiyê û Rêbertî nas dikim û ez li ser şopa wî me. Azadiya Rêbertî azadiya tevahiya gelê kurd e. Ji roja min Rêbertî nas kiriyebûme evîndarê wî, evîneke nayê gotin. Divê mirov wê bijî. Ez amade me di vê rêçê de canê xwe bidim."    Dayika wê Halîme û xwişka wê Hulya Oran behsa têkoşîna wê kirin.    KURDÊYA MALBATÊ   Dayik Halîme Oran diyar kir ku gundê wan bi darê zorê hatiye valakirin û wiha got: "Li gund halê me baş bû, heywanên me û erdê me hebûn. Lê dema em ji gund derketin, em mecbûr man hemûyan bifiroşin. Em li metropolan di xaniyê bi kirê de bûn, me pir eziyet kişand. Nêzî 5 salan em ji bo berhevkirina şekirê çûn Enqereyê, paşê bi pereyê ku me dabû ser hev me xaniyê xwe çêkir. Dema rewşa me baş bû, min zarokên xwe şandin dibistanê. Gûrbet, di malbateke welatparêz de mezin bû. Dema hat dinyayê bavê wê navê wê kir Kurdistan. Lê ji ber ku li ser nasnameyê nenivîsandin em mecbûr man Gûrbet binivîsin. Li malê kesî jê re nedigot Gûrbet, me hemûyan jê re digot 'Kurdê'. Me digot qey diçe dibistanê, meger teclî xebatên ciwanan dibû. Dema ku tevlî xebatên Newrozê dibû, li pişt taxa me dixebitî. Lê me nizanîbû. Gûrbet pir girêdayî vê rêyê bû, ji xwendinê hez dikir. Keçeke pir sakîn bû. Carekê bi nîşana kes û sor û zer çû dibistanê. Mamosteyê wê bertek nîşan dide ku ew wê nîşanê rake û şelmaqekê lêdixe. Li ku derê mîtîngek an jî çalakiyek hebûna bi dizîka diçû wir."    ‘EZ PÊ SERBILIND IM'   Dayik Oran diyar kir ku ew ji televîzyonê pê hesiyaye ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest daye û ji bo wê kêliyê ev tişt anîn ziman: "Dema ku min di televîzyonê de dît ez wêran bûm, ez nikaribûm li ser pêyan bisekinim. Bi dîtina wan wêneyan dilê min êşiya, Xwedê heqê wan nehêle. Em dixwazin xwedî li şehîdên xwe derkevin û berxwedana wan mezin bikin. Bila hemû kurd bibin yek û bi dijmin re hevkariyê nekin. Bi çekên kîmyewî ciwan û zarokên me dikujin. Rêya ku keça min daye ser, rêya namûs û şerefê ye. Em pê serbilind in. Çendî mirina wê êşbar be û kezeba min bişewitîne jî, lê ez pê serbilind im. Ev rûmet nabe nesîbê her kesî."   ‘DENGÊ ÇALAKIYAN BÛ'   Xwişka wê Hulya Oran jî anî ziman ku xwişka wê jineke serîhildêr û azadîparêz bûye û axaftina xwe wiha qedand: "Tim tev li çalakiyan û xebatan dibû. Ew xwedî helwesteke bibiryar bû. Bavê min her tim me teşwîq dikir ku em beşdarî Newrozê û xwepêşandanan bibin. Ez diçûm, lê ji ber ku xwişka min diçû dibistanê, digot bila ew neçe. Rojekê dema ez beşdarî çalakiyekê bûm, min dît yek li pêş bi dengekî bilind dirûşmeyan berz dike. Min dizanibû ku ev deng, dengê Gûrbetê ye. Di her çalakî û merasîma cenazeyên şehîdan de bi dengekî bilind dirûşme berz dikirin. Tim digot, 'Em jin dizewicin, em dibin koleyên mêran. Zilmê li me dikin û azadiya me binpê dikin. Ez naxwazim vî tiştî bikim.' Digot ew ê ji bo nasnameya jinan şer bike. Ev rê, ji bo wê rêyeke bi rûmet bû. Piştî ku çû, em bi salan li benda xebereke wê man. Gava me ji nişkave ew di televîzyonê de dît, em pir xemgîn bûn. Lê ez dibînim ku bi sedhezaran kes behsa xwişka min û doza wê dikin. Loma em serbilind in. Dijmin bi tirsonekî nêzîk bû û ji ber ku dizanibû dê nikare bi ser bikeve serî li çekên kîmyewî da. Em ê li ser rêya wê bin û têkoşîna wî bidomînin.”   MA / Mûkadder Akyol