'Çekên kîmyewî ne tenê mirov, bandorê li xwezayê jî dikin' 2022-11-02 09:02:41    AMED - Hevserokê SES a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken destnîşan kir ku çekên kîmyewî ne tenê mirov, av, ax, hewa jî di nav de tevahiya ekosîstemê texrîb dikin û got ku divê mirov li hemberî vê rabin.    Êrişên dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Dewletê heya niha di van êrişan de 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye û bi van çekên qedexekirî 44 endamên HPG’î û YJA-Starê jiyana ji dest dane. Gelek derdor bertekê nîşanî bikaranînan çekên kîmyewî û qedexekirî didin. Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) a Şaxa Amedê Şiyar Guldîken jî  bertek nîşan da. Guldîken da zanîn ku çekên kîmyewî ne tenê li ser mirovan, bandorê li ser tevahiya xwezayê dike û got ku divê her kes li dijî vê rabe.   HELEBÇE Û ENFALÊ BI BÎR XIST   Guldîken, bilêv kir ku çekên kîmyewî bi xwe re dîroka mirovahiyê tune dikin û wîha got: “Xebitandina çekên kimyewî li cîhanê sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Ji dîrokê heya îro ev gelek caran bûne sedema şeran. Li Horoşîma û Nagazakiyê jî hatin bikaranîn. Her wiha li ser kurdan jî hatin ceribandin. Mînak Seddam Huseyîn li Helepçe û Enfalê kîmyasal bi kar anî. Tê gotin ku Piştî vê jî gelek caran hatine bikaranîn. Ji bo lêkolînkirinê jî gelek caran daxwaz hatiye kirin. Lê heya îro tu encam bi dest neketine."   BANDORA WÊ YA LI EKOSÎSTEMÊ   Guldîken da zanîn ku çekên kîmyewî tenê bandorê li mirovan nake û ev tişt gotin: “Çekên kîmyewî bandorê li axê, avê, hewayê û tevahiya ekolojiyê dike. Peymana navneteweyî, divê van çekên kîmyewî yên ji aliye dewleta tirk ve tên bikaranîna zelal bike. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, dê bibe cihê heman encamê. Ji ber ku pêşiya vê bê girtin Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo mirovahiyê, ji bo ekolojî û xwezayê gelek caran peymanên navneteweyî çêkirine. Di peymanê de îmzeya wan jî heye. Gotine ev çek nayên bikaranîn û ji bo vê taahud dane. Bandora çekên kîmyewî tenê di dema tên bikaranîn de ne bibandor in, bandora wan bi salan didome. Siberojê tune dike. Enfal û Helepçe li ber çavan e. Bi hezeran mirov jiyana xwe dest dan, bi hezaran mirov astengdar bûn. Hê jî ekolojiya wê derê xwe nû nekiriye. Em vê jî dizanin ku ji ber çekên kîmyewî bandorê li zêdebûna mirov jî dike. Divê hemû dewlet ji bo pêîgirtina li ber bikaranîna çekên kîmyewî peymanê ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin.”   ‘RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’   Guldîken alîgirên Peymana Cenevreyê bibîr xistin û wiha got: “Eger ji bo dewletekê îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî hebe, nexwe li hemberî vê tişta ewil bê kirin divê heyetek serbixwe bê şandin û ev heyet lêkolînê bike. Ev mijar di qada navneteweyî de prestîjeke rûmetiyê ye. Ev mijar, mijara mafê gele kurd e ku sînorên wan hatine parçekirin. Tişta îro li ser axa kurdan diqewime, tenê ne li hemberî kurdan, li hemberî rûmeta mirovahiyê ye."    Guldîken di dawiyê de wiha got: “Gelek cureyên çekên kîmyewî hene. Çeka ku li Helepçeyê hat bikaranîn bêhna sêvê jê dihat û bi çavan nedihat dîtin. Mînaka herî baş a parastina li hemberî çekên kîmyewî, astengkirina bikaranîna van çekan e. Yan na, dema bê bikaranîna tu çi bikî jî tê texrîbatekê li dû xwe bihêle. Dibe ku mirov hebûneke ku karibe xwe biparêze, lê bi bikaranîna çekên kîmyewî re ekolojî jî texrîb dibe. Mirov dikare li dijî bikaranna van çekan bi maskeyan tevdîra xwe bigire."