Şahidiniya ‘Yildiz’ ê di gelek dozan de weke ‘şahidê nepen’ hate nîşandan hate betalkirin 2022-11-02 12:09:06   AMED - “Biryara parastina şahid” a Yildizê ku wekî “şahidê nepen” di dosyaya parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari û gelek dosyayên din de hat nîşandan, ji aliyê dadgehê ve hat rakirin û dest ji guhdarkirina wî hate berdan.    Derket holê ku “şahidê nepen” ê bi nasnavê Yildiz ku li ser parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Farîsogûllari yê ku parlamenteriya wî hat betalkirin îfade daye, ji “bernameya parastina şahidan” hatiye derxistin.   Danişîna doza Farîsogûllari bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 10’emîn hat dîtin. Farisogullari tev li danişînê nebû û parêzerên wî Serdar Çelebî Û Hayrettîn Guzel amade bûn. 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi yek dengî biryar da ku dest ji guhdarkirina şahid Yildiz ê ji bernameya parastina şahidan hatiye derxistin, berdin.    Şandeya dadgehê ragihand ku muzakereya ji Miduriyeta Polîsan a Amedê re hatiye nivîsîn, hatiye bersivandin û hatiye gotin ku Yildiz ji bernameya parastina şahidan hatiye derxistin. Şandeya dadgehê têkildarî çima Yildiz ji bernameya parastina şahidan hatiye derxistin agahî parve nekir.    Dozger, parêzerên Farisogûllari Guzel û Çelebî xwestin ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.  Şandeya dadgehê biryara berdewamkirina biryara kontrola edlî ya li dijî Farîsogûlları da û daxwaza dema zêde ya pisporê ku ji bo axaftinên kurdî wergerîne tirkî hatiye tayînkirin qebûl kir û danişîn taloqî 10’ê sibatê kir.