Parêzerê Dedeogûllari: Di doza êrişê de darizandin li gorî usûlê nehat kirin 2022-11-02 12:35:28   ENQERE – Parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr diyar kir ku di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllari de darizandin li gorî usûlê nehatiye kirin û wiha got: “Sedemên siyasî dikin ku dadgeh biryarên siyasî bide.”    Malbata Dedeogûllari di 12’ê gulana sala 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê rastî êrişa nîjadperest a malbatên Keleş û Çalik hat. Piştî êrişê jî malbatê serî li midûriyeta emniyetê da û jê re got ku ewlehiya wan a can nîne lê belê tevî vê yekê jî ji bo parastina malbatê tu tevdîr nehatin girtin. Malbat, di 30’ê tîrmehê de rastî êrişa çekdarî ya Mehmet Altûn hat û di encama êrişê de ji malbatê 7 kes hatin qetilkirin. Darizandina têkildarî komkujiyê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê didome. Doza êrişê jî li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê dihat dîtin û di danişîna biryarê ya di 28’ê cotmehê de dadgehê ji bo bersûcên girtî Lutfu û Alî Keleş biryara berdanê da û ji bo hemû bersûcan jî cezayê hefsê yê ji salekê heta 3 salan û cezayê pereyan da. Şandeya dadgehê, bi hinceta “tehrîkkirina nerewa” cezayê hemû bersûcan jî daxist û ji ber sûcê parêzbendiya malê jî biryara beraetê da.    Parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr ku li ser navê Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê dozê dişopîne, têkildarî êrişê û pêvajoya darizandina bi ajansa me re axivî.    BIRYARÊN SIYASÎ YÊN DADGEHÊ   Gokdemîr, da zanîn ku ji danişînên ewil ên dozên êriş û komkujiyê heta niha parêzer daxwaz dikin ku her du dosya bibin yek dosya û wiha got: “Li ser daxwaza dozgerî û rêveberiyê, îdianameyên cuda hatin amadekirin û dosyayên ceza yên cuda hatin vekirin. Ji bo ku pêvajoya darizandinê bilez pêş bikeve, delîl bi rast û dirûstî bên nirxandin, ji bo ku di darizandinên hemû bersûc û parêzer tê de amade pirsên bibandor bên kirin, hewceye her du dosya jî bibin yek. Lê belê dadgeh li gorî sedemên siyasî tevdigere lewma ev yek dike ku biryarên siyasî bide.”    MEXDÛR Û KUŞTΠ   Bi domdarî Gokdemîr da zanîn ku malbata Dedeogûllari 40 sal berê ji Qersê hatine navçeya Meramê û wiha domand: “Neyartiya behsa xeberê piştî nîqaşa di sala 2010’an a di navbera bav Yaşar Dedeogûllari û Lutfu Keleş de dest pê kir. Ev êriş 10 salan berdewam kirin. Di êrişa 21’ê gulanê de ji 7 kesên birîndar bûyîn 2 jê ketin komayê. Di êrişê de koma ulkucuyan a ji 60 kesan pêk dihat digot; ‘Em kurdan li vir naxwazin. Hûn ê ji vir biçin û em ê dest deynin ser mal û milkên we.’ Malbata Dedeogûllari jî di hevpeyvînên xwe de digotin; ‘dê me bikujin.’ Xizmê malbatên Keleş û Çalik, Mehmet Altûn di 30’ê tîrmehê de bi hesta nîjadperestî 7 kurd qetil kirin. Her wiha hewl da mala wan jî bi benzîna ku bi xwe re anîbû bişewitîne. Hemû qeydên kamerayê neşewitîbûn û bi vê yekê re weke bersûc kete dosyayê. Ev dosya ji hev cuda nînin. Ji ber ku altun di axaftina xwe ya bi 112’ê re dibêje ku ji bo malbatên Keleş û Çalik çûye wir. Alî, qurbanî û mexdûr heman kes in. Di dosyayê de tenê Altûn girtî ye û malbatên Keleş û Çalik jî bi sedema sorkirinê weke bersûc tên darizandin. Kesên di dosyaya birîndarkirinê de mexdûr, di dosyaya kuştinê de jî kuştî ne. Faîlên wê jî kesên di dosyaya kuştinê de ji sorkirinê tên darizandinin. Divê her du dosya bibin yek dosya.”    ‘SÛCÊ QIRKIRINÊ HAT KIRIN’   Di berdewamê de Gokdemîr bi lêv kir ku divê dosyaya behsê xeberê ji ber sûcê qirkirinê di çarçoveya xala 76’emîn a TCK’ê û ji ber sûcê li dijî mirovahiyê jî li gorî xala 77’an bê nirxandin û ev tişt anî ziman: “Me daxwaza vê kir lê şandeya dadgehê ev daxwaza me red kir. Serap, Yaşar, Metîn, Serpîl û Îpek Dedeogûllari ku di êrişê de hatin qetilkirin, di îfadeyên xwe yên li dozgeriyê gotibûn; ‘koma êrişî me dike dibêjin ku ulkucu ne û dê me ji vir derxînin.’ Şêniyên herêmê û xizmên malbatê jî heman tişt digotin. Endamên malbatên Keleş û Çalik di koma bi navê ‘dadgeh’ de ku li ser Whatsappê ava kirine de her tim ji bo Dedeogûllari peyva kurd derbas dikin. Gotinên weke ‘kurd mala xwe bi 650 lîreyan difiroşin, gelo kurd ji giliyê xwe lêvebûn an na? Kurd biaqil bûn an na? Kurd biaqil bûn.’ bi kar tînin. Tetîkkêş Altûn jî bi vê hestê nêz dibe û komkujiyê dike. Di hevdîtina xwe ya li ser 112’ê jî dibêje; ‘Ev mirov nînin. Divê ev ji holê bihatina rakirin.’ Lê belê dozgeriyê peyva kurd jê derxist û dema îdianameyê pêşkeş dike dibêje; ‘em bi wî awayî nabînin.’ Kurdbûna qurbaniyan bide aliyekî, dosya weke dosyayeke asayî ya birîndarkirinê tê dîtin. Dadgeh jî wisa dinirxîne.”   ‘POLÎSAN RÊ NÎŞANÎ ALTÛN DAN’   Parêzer Gokdemîr bal kişand ser girîngiya hevdîtina kujer Altûn a li ser 112’ê û wiha pê de çû: “Di danişîna berê de qeydên deng hatin revandin. Tetîkkêş digot ku eleqeya malbatên Keleş û Çalik bi komkujiyê re nîne lê di hevdîtinê de dibêje; ‘heke me ew ne kuştibûna dê wan em bikuştina.’ Polîsan ji bo îfadeyê rê nîşanî Altûn da. Li gel ku Altûn temaşe nekirine jî qala hevdîtinên di qeydên kamerayê de dikir. Divê polîs bi sûcê reşkirina delîlan û xerab bi kar anîna peywira xwe bên cezakirin. Ev daxwazên me jî ji hêla dadgehê ve hatin redkirin. Di dosyayê de kêmanî hebûn lê dîsa jî biryar dan. Parêzeran jî daxwaza guherandina şandeyê kirin. Lê şandeyê ev daxwaz red kir. Divê ev yek ji hêla dadgeheke jortir ve bihata nirxandin. Dadgeheke ku hatiye redkirin nikare têkildarî esasên dadgehê gavekê ji bo lêkolîn an jî darazê biavêje. Tevî ku em ji eywanê derketin, biryar hat dayîn. Heke gotin di cih de dosya revandin. Tevî ku li benda ewraqan bûn jî biryar hat dayîn. Di vê biryarê de hemû daxwazên me yên berê hatin redkirin.”    ‘JI BER DOSYAYA KOMKUJIYÊ FIKARÊN ME HENE’   Gokdemîr, diyar kir ku biryara di dosyaya êrişê de ji bo dosyaya komkujiyê pêşbiryareke û wiha bi dawî kir: “Hem dadgehê û hem jî dozger her du dosya weke dosyayên serbixwe û ji hev cuda nirxandğin. Lewma jî têkildarî danişîna dosyaya komkujiyê ku dê di 17’ê mehê de bê dîtin, fikarên me hene. Dema ku pêvajoya darizandinê didomiya, weke dosyayeke asayî ya birîndarkirinê biryar hat dayîn û daxwazên me red kirin. Ev yek nîşanî me dide ku dê di dosyaya komkujiyê de jî heman biryarê bidin. Em ê di danişîna 17’ê mijdarê de heman daxwazên xwe dubare bikin. Divê malbateke bi vî awayî hatiye qetilkirin, di dîrokê de cih bigire. Divê her kesê ji xwe re dibêje mirov, sedemên kuştina van kesan bibînin û em wan vedixwînin danişînê.”