Polîsan zerar da gora Bariştiran 2022-11-02 12:38:01   WAN - Fadil Bariştiran diyar kir ku polîsan zerar daye gora keça wî Revan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) û serî li Şaxa ÎHD’a Wanê da.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê têkildarî zerar dayîna gorên endamên HPG’ê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê lidarxist. Endamên Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Wanê beşdarî civînê bûn.   Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Parêzer Mehmet Karataş ê di civînê de axivî, bi lêv kir ku dema kurd dimirin jî rastî êrişan tên û wiha got: “Di pêvajoya 7-8 salên dawî de li dijî kesên jiyana xwe ji dest dane pêkanînên li dijî mirovahiyê hatine sepandin. Mînak, cenazeyê Dayika Taybet bi rojan li erdê hate rawestandin. Cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk bi pişt wesayîta zirxî ve hate kaşkirin. Gelek êrişên dewletê li ser goristanan çêbûn. Ev êriş dermirovî ne.”   ‘EZ LI PEY TÊKOŞÎNA KEÇA XWE ME’   Fadil Bariştiran ê ji ber gora keça wî Revan Zana Bariştiran (Omedya Rohat) zerat dîtiye serî li ÎHD’ê da jî wiha got: “Keça min di sala 2016’an de di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Me cenaze anî li Wanê veşart. Me navê wê li ser kêla gora wê nivîsand. Heta 26’ê cotmeha 2022’yan jî wisa bû. Di 27’ê cotmeha 2022’yan ji miduriyeta polîsan li min geriyan û ez gazî îfadeyê kirin û ji min re gotin ‘te navê ku rêxistinê diyar kiriye nivîsandî ye’ min jî got bernavê keça min wisa ye. Dû re polîsan di 29’ê cotmehê de zerar dan gora keça min û kêla gora wê şikandin. Ev ne li gorî mirovahiyê ye ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Ev pêkanîneke bi taybetî li kurdan tê kirine lê em ê xwedî li cenazeyên zarokên xwe û li zindîbûna wan derkevin. Em ê têkoşîna zarokên xwe bi kesê nedin perçiqandin. Ji bo vê bêhiqûqiyê em ê heta DMME’yê jî serlêdanan bikin.”   ‘BÊHIQÛQÎ DI ASTA HERÎ JOR DE YE’   Hevseroka Şaxa MEBYA-DER’ê ya Wanê Hanim Kaya jî diyar kir ku di demên dawî de êrişên li dijî goristanan zêde bûne. Kaya, bi lêv kir ku şikandina kêla goran bêhiqûqî ye û got: “Bêhiqûqî di asta herî jor de ye. Êdî malbat cenazeyên xwe di tûrikan, kargoyan de werdigirin. Ev jî tê re nake rehetiyê nadin miriyan jî.” Kaya, da zanîn ku di vê mijarê de 3 serlêdan li wan hatine kirin û bi lêv kir ku malbat bi telefonan hatine gerandin û gef li wan hatine xwarin.