Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî çekên kîmyewî di roja 10’an de didome 2022-11-02 14:36:28   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger ku girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'an a Amedê tên ragirtin, ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk şermezar bikin, dane destpêkirin di roja 10'an de berdewam dike.     Êrişên dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin bi bikaranîna çekên kîmyewî didome. Dewleta tirkan di van êrişan de heya niha 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta tirkan di van êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosforê bi kar tîne. Dîsa li gorî daxuyaniyê, di tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.   Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didome. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'an a Amedê tên ragirtin,  ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk şermezar bikin di 24'ê cotmehê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger dan destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 10’emîn de berdewam dike. Koma sêyemîn, çalakiya ku girtî bi komên 3 kesan daye destpêkirin û 5 rojan didome, dewr girt.    KOMA 3'YEMÎN DEST BI ÇALAKIYÊ KIR   Girtî Ferhat Onkol, Afaşîn Musazade û girtiyê bi navê Baran ku paşnava wî nehat zanîn ên di koma duyemîn de bûn têkildarî armanca xwe malbatên xwe agahdar kirin. Girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn, ev tişt gotin: “Tu êrişên li dijî kurdan nayên qebûlkirin. Em jî parçeyek civakê ne û neçarin ku li dijî van êrişan hestiyar bin. Divê ku hemû saziyên ku dibêjin demokrat im divê li dijî vê bertek nişan bidin. Li dijî van erîşên bi çekên kîmyewî me ji Neteweyên Yekbûyî, Wezîreta Dadê û saziyên tekildar re name şand in. Ev çalakî wekî hişyariyê ye, heke êriş berdewam bikin em ê çalakiya xwe mezintir bikin.”