Di doza Denîz Poyraz de giliyê dadgeh û cendirmeyan hat kirin 2022-11-02 15:45:12   ÎZMÎR - OHD û ÇHD’ê ji ber ku di danişîna doza Denîz Poyraz a di 14’ê cotmehê de xaza îsotê avêtibûn parêzaran, giliyê şandeya dadgehê û cendirmeyan kir.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) têkildarî êrişa cendirmeyan a di dema danişîna doza Denîz Poyraz a di 14’ê cotmehê li Girtîgeha Şakran Alîagayê serî li dozgeriyê dan û gilî kirin. Di heman demê de ji ber helwesta wê ya di danişînê de, li Lijneya Dadger û Dozgeran giliyê şandeya 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê kir. Beriya gilî, parêzeran li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastin bêdeng nebû, bêdeng namîne” hatibû vekirin. Her wiha beşdaran dirûşma “Denîz Poyraz rûmeta me ye” berz kirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, endamên PM’a HDP’ê û gelek parêzer jî tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî, ji hêla Rêveberê Şaxa ÔHD’a Îzmîrê Ozcan Sarioglû ve hat xwendin. Sarioglû, got ku şandeya dadgehê di danişînên 12 û 14’ê cotmeha 2022’yan de rê li ber rewşeke provakatîf vekiriye û biryarên derhiqûqî dane. Sarioglû, destnîşan kir ku bi rêya hêzên ewlekariyê li dijî beşdaran û kesên ji bo şopandina dozê hatin tundî hatiye bikaranîn û wiha got: “Astengkirina parêzeran a ji bo danişînê, sûc e. Tevî vê yekê jî hêzên ewlekariyê bi TOMA û mertalên xwe barîkat çêkirin, xaza îsotê avêtin girseyê û derb kirin. Em vê feraseta ku derketî derveyî pergala darazê û bi awayekî fîîlî nehişt parêzer peywira xwe bi cih bînin, şermezar dikin. Me heta niha serê xwe li ber wan netewandiye û dê netewînin jî.”    DU GILÎ KIRIN   Bi domdarî Sarioglû ev tişt anî ziman: “Ev tundî bi rêya dadgehê hat kirin û xwestin hêzên ku tiliya wan di êrişa li dijî avahiya HDP’ê de heye biparêzin. Ji ber sepanên derhiqûqî yên şandeya dadgehê, me ji Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) re gilîname şand ku şandeya dadgehê di çarçoveya tevdîran de ji peywirê dûr bixin. Her wiha me derheqê êrişa derhiqûqî ya li dijî parêzer, beşdar û kesên ji bo şopandina dozê hatin wê derê hatiye kirin jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da û gilî kir.”   Serokê Baroya Îzmîrê yê Berê Ozkan Yucel jî da zanîn ku delîlên diviyabû di dema lêpirsîn û darizandinê de bihatina komkirin, nehatine komkirin û wiha got: “Weke parêzer em li pey heqîqetê ne û dixwazin kesên çek daye destê tetîkkêş jî bên darizandin. Jixwe kujer dixwaze ku darizandin di zûtirin demê de bi dawî bibe û bê girtin. Dadgeh jî li gorî feraseta kujer tevdigere. Mîna kujer, ew jî pir hewl dide destê li pişt bûyerê nebîne. Lewma danişîn veguhestin kampûsa girtîgehê. Şandeya dadgehê mîna tirsonekan xwe da pişt pişta cendirmeyan û xwest kesên hewl didin dosyayê ronî bikin bêdeng bike. Lê dê nekarin. Em ê di danişîna din de jî li wir bin.”