OHD’ê serdana xwendekarên fakulteya hiqûqê kir 2022-11-02 16:11:28   AMED - Parêzerên OHD’ê ku serdana xwendekarên li dijî daxwaza guhertina cihê avahiya perwerdehiyê ya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê yên di nav çalakiyan de ne, kirin diyar kirin ku wê bi xwendekaran re di nava piştevaniyê de bin.    Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê yên Zanîngeha Dîcleyê, çalakiya xwe ya li dijî daxwaza guhertina cihê avahiya perwerdehiyê didomînin. Xwendekarên ku dixwazin fakulteya wan li heman cihî be dirûşmeyên “Em ji fakulteya xwe dernakevin” û “Dîcle hiqûq neraze, xwedî li çanda xwe derkeve’ berz kirin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker, Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Ozum Vûrgûn û endamên komeleyê ku serdana xwendekaran kirin, bi lêv kirin ku wê bi xwendekaran re di nava piştevaniyê de bin.   Parêzer Ozum Vûrgûn anî ziman ku divê bê astengkirin ku fakulteyê veguherînin qada rantê û got: “Em ê di çalakiya xwendekaran de bi hev re bin. Hewce bike em ê di pêvajoya qanûnî de jî her cure alîkariyê bidin hevalên xwe.”   ‘FAKULTEYA ME BÎREKE’   Di serdanê de xwendekaran jî wiha gotin: “Zanîngeh demokratîk in, xweser in û hêlîna zanîstê ne. Divê me xwendekaran li ber çavan bigirin. Di mijarên têkildar de neçar in ku xwendekaran weke muxatap bigirin. Îro li avahiya nû hatiye çêkirin dest bi perwerdehiyê hate kirin lê herkesê dît ku pol tê re nakin. Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê xwedî bîrekê û kevneşopiyekê ye. Em vê rewşê qebûl nakin û red dikin. Em mafdar in em ê qezenc bikin.”   REKTOR GEF LI XWENDEKARAN XWAR   Li aliyê din hate diyarkirin ku Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Mehmet Karakoç, bi xwendekarên di çalakiyê de ne axivî ye û bi gotina “Aqlê xwe bînin serê xwe, rehet bisekinin dibistana xwe bixwînin” gef li xwendekaran xwarî ye.   Xwendekaran dan zanîn ku wê heta roja înê di navbera saet 12.00-12.30’an de çalakiya xwe bidomînin û wê ji bo dawiya hefteyê jî têkildarî çalakiyên xwe planên nû bikin.