Hevseroka KURD-AKAD'ê: Li dijî çekên kîmyewî avakirina toreke piştevaniyê bivênevê ye 2022-11-03 09:01:51   STENBOL - Hevseroka KURD-AKAD'ê Dersim Dagdevîren ji bo pêşî li ber bikaranîna çekên kîmyewî bê girtin bang li bijîşkan kir û wiha got: "Ji bo piştevaniya navneteweyî peywireke pir mezin dikeve ser milê parêzvanên mafên mirovan û bijîşkan."    Êrişên Tirkiyeyê yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh li dû xwe hiştin. Di van êrişan de herî kêm 44 endamên HPG'ê û YJA-Starê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên HPG'iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûyîn û jiyana xwe ji dest dabûn jî hatibûn belavkirin. Hevseroka Tora Akademîsyen û Pisporên Kurd (KURD-AKAD) û bijîşk Dersim Dagdevîren têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi ajansa me re axivî.    Dagdevîren, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî hem qedexe ye hem jî sûcê li hemberî şer e û got ku Tirkiye li herêmê wekî "çareya dawî" serî li çekên kîmyewî daye. Dagdevîren, bal kişand ser girtina Seroka TTB'ê Şebnem Korûr Fîcanciyê jî ku ji ber daxuyaniyên xwe yên der barê çekên kîmyewî de hatibû girtin û got ku armanca vê yekê tepisandin û sernixumandina sûcên şer e.    BÊDENGIYA OPCW'YÊ    Bi domdarî Dagdevîren bêdengiya saziyên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî nirxand û ev tişt anî ziman: "Tirkiye endamê OPCW, NATO û Konseya Ewropayê ye. Her wiha ji bo YE'yê jî welateke berendam e. Ev pêkhate hebûna dewletên çekên kîmyewî qebûl nakin. OPCW, diyar dike ku li seranserê cîhanê ji sedî 99'ê çekên kîmyewî hatine tunekirin. Her wiha sazî gava tuzukên xwe çêdikin ji bo parastina pergala xwe mekanîzmayekê diyar dikin. Mesela, tenê dewlet dikarin serî li OPCW'yê bidin. Biryar jî ji 3 payan bi 2 payan tê girtin. Guherandin jî li gor pêdiviyên dewletên rojavayî tên kirin."    ‘ÇARESERÎ NE OPCW YE'   Dagdevîrenê bal kişand ser heyeta ku Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleerî (IPPNW) ew şandibû Herêma Federal a Kurdistanê û li wir ji aliyê PDK'ê ve hatibû astengkirin û wiha domand: "A rast ev tişt li herêmên YNK'ê jî wiha ye. Mixabin başûrê Kurdistanê bûye binkeyeke Tirkiyeyê. Hem di warê leşkerî hem jî di warê aborî de bûye pêgirtiyê Tirkiyeyê."    Di berdewamê de Dagdevîren destnîşan kir ku çareseya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî ne saziyên navneteweyî ne û wiha bi dawî kir: "Çawa ku CPT ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ne çare be, OPCW jî ji bo pêşîgirtina bikaranîna çekên kîmyewî ne navnîşana çareseriyê ye. Pirsgirêk siyasî ye. Muxatab dewlet û hikûmet in. Ji bo mirov zorê bide wan, piştevaniya navneteweyî şert e. Di vir de peywireke pir mezin dikeve ser milê parêzvanên mafên mirovan û bijîşkan. Daxuyaniyên Yekitiya Bijîşkên Cîhanê, Bijîşkên Ji Bo Mafên Mirovan hwd. hene. Di vê çaçroveyê de avakirina torekê bivênevê ye."    MA / Rukiye Adiguzel