Bi çavê rojnamegerekî girtî Girtîgeha Sîncanê 2022-11-03 10:13:08   ENQERE - Rojnameger Emrûllah Acar ku tevî 8 hevalên xwe li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, şert û mercên girtîgehê û binpêkirinên heyî vegot.    Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrûllah Acar û 8 hempîşeyên xwe hat binçavkirin û di 29’ê cotmehê de jî hat girtin. Acar, tevî nûçegihanên MA’yê Denîz Mazlum, Selman Guzelyuz û Hakan Yalçin di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Acar, şert û mercên Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê û binpêkirinên heyî vegot.    ASTENGKIRINA NAMEYÊN BI KURDÎ Û PIRTÛKAN   Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê zexta li ser zimanê kurdî didome û name û pirtûkên bi kurdî nayên dayîn. Girtiyên kurd ên ku ji bilî kurdî bi tu zimanên din nizanin jî ji mafê nameyê bêpar tên hiştin. Li ser îtîraza girtiyan, ev binpêkirin di 20’ê îlonê de weke binpêkirin hatibû qebûlkirin lê belê dîsa jî ev astengî ji holê nehat rakirin. Lewma jî girtî amadekariyan dikin ku bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    TÊKBIRINA ABORIYÎ DI MERIYETÊ DE YE    Ji ber sepanên rêveberiya girtîgehê, girtî ji hêla aboriyê ve pirsgirêkan dijîn. Girtiyan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê hewl dide bi têkbirina aboriya wan re wan teslîm bigire. Alav û amûrên girtiyên ku bi xwe re ji girtîgehên din anîn, jê re nayên dayîn. Lewma girtî neçar dimînin ku alavên nû bikirin. Stûmal, sol, fîlal, gore û hwd. ên girtiyan tên desteserkirin. Ev alavên ku rêveberiya girtîgehê dest danîne ser, li kantînê bi bihayeke giran tên firotin. Îtîrazên girtiyan ên li dijî vê sepanê jî bêbersiv tên hiştin. Her wiha wêneyên girtiyan ên ku tê de cilên kurdî li xwe kirine û nîşaneya serkeftinê kirine jî nayên dayîn.    Televîzyon, sarinc, semawer û tiştên din ên ku girtiyên hatine sewqkirin bi xwe re anîne jî nayên dayîn û diavêjin depoyan. Li girtiyan tê ferzkirin ku van alavên xwe bexş bikin.    FIYETÊN BIHA YEN KANTÎNÊ   Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên girtîgehê jî xwarin e. Di taştê de tenê îskanenekî çayê, rîçaleke pîknîkê, qetikeke şekirê û bacanek tê dayîn. Firavîn û şîv jî pir kêm xwarin tê dayîn. Kesên ku ev demekî dirêj e li girtîgehê dimînin dibêjin ku beriya niha xwarinên girtîgehê paqij bûn û gelek xwarin dihat dayîn lê belê di demên dawî de xwarin nebaş bûye. Ji ber ku bihayê tiştan giran e, girtî nikarin ji kantînê bo xwe tiştan bikirin. Kaxizê kalk li kantînê nayê firotin û alavên lênerîna şexsî jî yên marqeyên bihayê wan giran in. Di heman demê de hefteyê carekê li kantînê fêkî tê firotin ew jî tenê cureyeke fêkî ye.    Ji bo serdema mijdara 2022’an bihayê 1 kWh ê ceyranê ji bo malan weke 1,98 TL, ji bo kargehan 3,27 û ji bo girtîgehan jî 5,5 TL hatiye diyarkirin. Her girtiyek mehê herî kêm 200 TL pereyê ceyranê dide. Fatûre jî ji hesabên girtiyan tên nivîsandin. Mafê îtîrazê ya li dijî fatûre û sepanê nadin girtiyan.    NAME TÊN ASTENGKIRIN   Di dema şandin û standina kargoyê de jî girtî bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Dema APS a bitaahhûd (Servîsa Postayê ya Lez) an jî faks tên şandin, nivîsa hatiye wergirtin nadin girtiyan. Lewma jî girtî nizanin bê ka kargo û nameyên wan hatine şandin an na. Ji îtîrazên bo vê rewşê tên kirin jî encamek jê nayê girtin.    Rêveberiya girtîgehê, destûrê nade ku girtiyên di heman girtîgehê de ji hev re postayê bişînin. Girtî dixwazin ji hevalên li kêleka xwe re nameyan bişînin lê tê ferzkirin ku pulan bikirin. Van nameyên girtiyan jî didin postayê û piştî lêkolîna bi heman didome radestî xwediyê wê tê kirin.    MEHÊ TENÊ 2 PIRTÛK TÊN DAYÎN   Rêveberiya girtîgehê pirtûkên tên şandin tenê bi 20 pirtûkan sînor kiriye. Ev pirtûk jî demekî dirêj tên lêkolînkirin û piştre didin girtiyan. Girtî dikarin mehê tenê 2 ji van 20 pirtûkan bigirin. Jixwe pirtûkên ku weşanxane ji girtîgehê re dişînin qet nagirin girtîgehê û girtiyan neçar dikin ku pirtûkan bi pereyên xwe bikirin.    LI GIRTÎGEHÊ RADYO QEDEXE YE!   Li girtîgehê radyo qedexe ye û tenê Rojnameya BîrGunê didin girtiyan. Tevî daxwazên girtiyan jî, rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nayên dayîn. Di televîzyonên ku bi bihayê 3 hezar TL’an li kantînê tên firotin jî tenê dikarin kanalên nêzî desthilatdariyê bên temaşekirin.    MAFÊ DERKETINA HEWADARIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Tevahiya girtiyên li girtîgehê di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Ji serê sibehê heta êvarê jî girtî ji mafê derketina hewadariyê bêpar tên hiştin. Dikarin bi tenêya serê xwe rojê saetekê derkevin hewadariyê.    SEPANÊN 12’Ê ÎLONÊ DE MERIYETÊ DE NE   Polîtîkaya cuntaya 12’ê Îlonê ya “tevlihev bike, li hev bîne” li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê jî di meriyetê de ye. Girtiyên PKK’î, yên di çarçoveya rêxistina Cemaetê de hatine girtin û girtiyên edlî li heman blokê tên ragirtin. Daxwaznameyên girtiyan ên li dijî vê sepanê jî tên redkirin.    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Mafê tenduristiyê yê girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê tê binpêkirin. Gelek girtiyên ku pirgirêka diranan dijîn, bi meha ye nikarin randevuyê bigirin. Girtiyên ku dixwazin bi awayekî lezgîn biçin revîrê, neçar dimînin ku gelek caran serlêdanan bikin. Li revîrê jî kursiyeke ku girtî bikarin li ser rûnin jî tune ye. Ji ber sersariya bijîşk, girtiyên ku dixwazin biçin nexweşxaneyê jî nayên sewqkirin. Têkildarî mijarê girtiyan serî li Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) dan lê tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê mafê tenduristiyê yê girtiyan binpê dike.    MA / Emrûllah Acar