Girtiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serlêdan kir 2022-11-03 13:25:47   STENBOL - Pênc girtiyên li Girtîgeha Hejmar 3 ya Sîlîvriyê, bi mebesta lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serî li wezareta dadê dan.    Girtiyên bi navên Omer Ekîn, Mûrat Bal, Zîver Akdogan û girtiyekê din ku navê wî nehat zanîn û li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa L a Sîlîvriyê tên ragirtin, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan.    ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 5 ROJAN   Girtiyan, serlêdana xwe bi rêya malbatên xwe ragihandin û diyar kirin ku ji bo protestokirina êrişan, ji 31’ê cotmehê ve bo 5 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Hat zanîn ku girtiyan biryar da ye ku di nava vê demê de dernakevin hewadariya girtîgehê.