‘Bila tecrît bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’ 2022-11-03 15:27:44   ÎZMÎR - Malbatên ji bo girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin Nobeta Edaletê digirin xwestin ku tecrîd bê bidawîkirin û girtiyên nexweş werin berdan.    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, bi daxwaza sepanên tecrîdê bên bidawîkirin, li Îzmîrê dane destpêkirin di roja 133’yemîn de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Malbatên girtiyan di çalakiyê de pêşmalkên li ser “Girtiyên nexweş berdin”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivîsîn li xwe kirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndanan”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji şer re na, aştî aniha” berz kirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Torbali û Guzelbahçeyê jî tev li çalakiya malbatên girtiyan bûn.    Dayika Ahmet Surme ku 5 sal in di Girtigeha Tîpa F ya Tekîrdagê de tê ragirtin, Fatma Surme anî ziman ku ew ji bo ku edalet pêk were di nava hefteyê de 3 rojan tên nobetê û wiha got: “Zarokên me di qawişên yekkesî de digirin. Li girtiyên nexweş nanêrin. Cezayên nû didin girtiyên ku cezayên xwe diqedînin. Bila ev dawî bibin. Bila girtiyên nexweş berdin. Bila tecrîda li girtîgehan rakin. Xwîna diherike bila bisekine. Em ji bo tevahiya cîhanê aştî û edaletê dixwazin. Bila îşkenceya li ser zarokên me bi dawî bibe.”   ZEXT NIKARE PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNA MAF BIGIRE   Piştî dayik Surme, Huseyîn Satilmiş ê HDP’î axivî û ev tişt gotin: “Welat vegûheriye girtîgeheke vekirî. Girtîgeh ne li gorî hiqûqa navxweyî ne jî li gorî hiqûqa navneteweyî tevdigere. Lê belê vê yekê baş zanibin ku bi mirinên beriya niha jî piştî niha jî çêbûn dê me ji têkoşîna aştî û mafî negirin. Hinek ji bo kuştinê hene, hinek ji bo pêşî li kuştinan bigirin hene. Hezar silav ji kesên di nava vê têkoşînê de ne. Hûn ê berdêla hovîtiya ku hûn li dê û bavên vê xakê dikin, bidin.”