Parêzerên îranî ji bo parastina gel bang kirin 2022-11-03 16:05:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 48’an de berdewam dikin. Parêzeran danezanek parve kirin û wiha bang kir: “Em hatine ku rêveberiyê ji van rêveberên kêrnahatî bistînin. Banga me ji bo hemû parêzaran ew e ku gelê me yê li kolanan tê qetilkirin biparêzin.”    Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Emînî re li rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hatibûn destpêkirin. Çalakî di roja 48’an de jî berdewam kirin.    Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, heta niha 40 jê zarok bi giştî 277 kes ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Tevî êrişên dijwar ên rejîmê jî çalakî didomin û hêrsa gel a li dijî rejîmê roj bi roj mezintir dibe. Rejîma Îranê ji bo bidawîkirina çalakiyan serî li her rêyan dide lê tevî her cureyên êrişê jî çalakî roj bi roj mezintir dibin.    HIQÛQNAS: KESEK NIKARE LI SER NAVÊ GEL BIRYARÊ BIDE    Hiqûqnasên îranî jî têkildarî geşedanên li welêt danezanek parve kirin. Di danezanê de bal kişandin ser pergala rêveberiya otokratîk a rêberê olî Hamaney û ev tişt hatin parvekirin: “Rewabûna her qanûnê, girêdayî vîna cemaweriyê û razîbûna wan e. Îranî, Komara Îslamî naxwazin û mafê kesekî nîne ku li ser navê gel biryaran bide. Hêzên rejîmê xwe weke ‘nûnerên Xwedê’ dibînin. Kesên xwedî mejiyekî wiha, vîna gel xesp dikin. Dijderketina li hikûmeta nerewa, biryar û qanûnên wê, mafê gel e. Di halê hazir de fikara me ya herî mezin, azadî û edaleta darazê ye. Em hatin ku rêveberiyê ji van rêveberên nîjadperest û kêrnehatî bistînin. Banga me ji bo hemû parêzeran ew e ku gelê me yê li kolanan tê qetilkirin biparêzin. Li dijî bedkarî û binpêkirinên rejîmê, parastina gel peywira me ye. Banga me ji bo her kesî ew e ku bi vê berpirsyartiya xwe rabin.”    ÇALAKIYA ‘XISTINA ŞAŞIKÊ’ YA CIWANAN    Ciwanên îranî ku kolanan naterikînin, di van hefteyên dawî de çalakiyeke nû dan destpêkirin û melayan hedef digirin. Ciwan, şaşikên li serê melayan diavêjin erdê û dirûşma “Bicehime mela” berz dikin. Rejîma Îranê jî têkildarî çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku ev çalakî sûc e û ber bi sûcê mirinê ve dibe.    ÇALAKIYÊN LI KURDISTANÊ BELAV DIBIN   Çalakî, li rojhilatê Kurdistanê jî bajar bi bajar belav dibin. Tevî hemû cureyên gefên rejîmê jî li bajarên Sine, Merîwan û Seqizê welatiyan dikan û kargehên xwe venekirin, ciwanan agir vêxistin û rejîma Îranê protesto kirin. Her wiha li gelek bajaran jî biryargehên Besîçan hatin şewitandin. Li bajarên Kirmanşah, Merîwan, Seqiz, Bokan, Mahabad û li gelek bajarên din jin û ciwan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” çalakiyan li dar dixin. Her wiha li bajarên weke Sistan, Belucistan, Esfahan, Şiraz, Hurmuzgan û Reştê yên Îranê jî xwendekarên zanîngehê ketin grevê û neçûn dibistanê.