Tirkiyeyê cardin êriş bir ser Şengalê: Ciwanek jiyana xwe ji dest da 2022-11-03 21:36:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê de li Şengalê ciwanekî jiyana xwe ji dest da.    Amûra Hewayî ya Çekdar a Bêmirov (SÎHA) a Tirkiyeyê li Taxa Elnisirê ya Şengalê wesayîtekê hedef girt. Li gor nûçeya Rojnewsê, di êrişê de ciwanê bi navê Mehsîn Şemo jiyana xwe ji dest daye û jineke navê wê nehatiye hînkirin jî birîndar bûye.    Hat ragihandin ku jina birîndar rakirina Nexweşaneya Şengalê.