Li herêma leşkeriyê cenazeyê cerdevanekî hat dîtin 2022-11-03 22:36:59   ŞIRNEX – Li bajaroka Çalişkanê ya Silopiyayê, li herêma binkeya leşkerî cenazeyê cerdevanê bi navê Mûsa Koysû hat dîtin.    Li bajaroka Çalişkanê ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, li herêmeke binkeya leşkerî cerdevanê bi navê Mûsa Koysû mirî hat dîtin. Cenazeyê Koysû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Li vir otopsî hat kirin, lê sedema mirina Koysû nehat hînkirin. Ji ber vê cenazeyê Koysû rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.