Li Îzmîrê bi pileya 4,9 erd hejiya 2022-11-04 08:16:04   ÎZMÎR - Li navçeya Bûcayê bi pileya 4,9 erd hejiya, hate diyarkirin ku 2 kes birîndar bûne.    Li navçeya Bûcaya Îzmîrê saet di 03.29’an de bi pileya 4,9 erd hejiya. Hate diyarkirin ku erdhej 14,47 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye. Hate ragihandin ku di erdehejê de kesê jiyana xwe ji dest nedaye û 2 kesên bi biecînê xwe ji xanî avêtine birîndar bûne.    Di erdhejê de mînareya Mizgefta Selahattîn Oglû ya li Taxa Kûbîlay a girêdayî navçeya Konakê hilweşiya û li bajêr ji bo demekî kurt ceyran hatin birîn. Gelek bajarên li derdorê bi erdehejê hesiyan.    Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tûnç Soyer ku li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal peyamek parve kir, diyar kir ku tîmên agirkujiyê li nava bajêr diğerin û wiha got: “Li Konakê mînareya mizgefteke me hilweşiyaye. Li gorî tespîtên me yên ewil ziyaneke mezin nîne.”