Li Girtîgeha Dûmlûyê nahêlin tav li girtiyan bixe! 2022-11-04 09:03:13   ERZIROM - Parêzer Bûrak Kiziloglû ragihand ku li Girtîgeha Dûmlû ya Hejmar 1'ê paceyên hucreyan bi têlên direhî hatine girtin û ji ber vê tav li hundir naxe. Kiziloglû got: "Dixwazin tecrîdê girantir bikin."    Li Girtîgeha Hejmar 1 a Dûmlû ya Erziromê paceyên hucreyên yekkesî bi têlên qalind tên girtin. Ji ber van têlan tav li hundirê hucreyan naxe. Servet Kamiş, bavê Mûhammed Fadûllah Kamiş ku bi îdiayên "hewldana ji bo jiholêrakirina pergala destûra bingehîn" û "xirabkirina yekparetiya dewletê" tê darizandin û parêzerê wî Bûrak Kiziloglû bertek nîşanî vê pêkanînê dan.    TECRÎDA GIRANKIRÎ   Parêzer Kiziloglû ragihand ku miwekîlê wî di hucreyeke yekkesî de tê girtin û got ku muwekîlê wî bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Kiziloglû diyar kir ku tevî hemû serlêdanan jî tu encam negirtine û wiha got: "Mûhammed ji min re got, 'Her cara hûn serlêdanê dikin şertên tecrîdê girantir dibin. Tên davêjin ser hucreyê.' Cezayê wî nehatiye pesendkirin lê dîsa jî ew xistine hucreyeke yekkesî. Serlêdanên me yên di vî warî de jî bi hinceta 'dibe ku ên li qawîşê birêxistin bike' tên redkirin. Niha jî pace girtine û dixwazin tecrîdê girantir bikin."    Kiziloglû destnîşan kir ku girtina paceyên girtîgehê "bêhiqûqîtî" ye û wiha domand: "Gava nû ewilî hat girtin jî di nezareta kamerayan û parêzeran de min hevdîtin pê re dikir. Çendî me got ev bêhiqûqîtî ye jî, pirsgirêk nehat çareserkirin. Paşê me ev yek şermezar kir û hevdîtin pêk neanîn. Lê piştî demeke dirêj pirsgirêk hat çareserkirin. Çendî karbidestiyeke bi vî rengî ya girtîgehê tune ye jî, bi awayekî bêhiqûqîtî tevgeriya. Jixwe awayê çêkirina Girtîgeha Dûmlûyê bi xwe tecrîd e. Di serî de li Îmraliyê li her derî tecrîd heye. Pêkanînên li hemberî girtiyan her diçe girnatir dibin."    FERZKIRIN 'POŞMANTIYÊ'   Bi domdarî Kiziloglû bilêv kir ku poşmanîtî li miwekîlê wî tê ferzkirin û ev tişt anî ziman: "Dixwazin Mûhammed sûdê ji poşmanîtiyê bigire. Lê ji ber ku Mûhammed vê yekê red dike zêdetir bi ser de diçin. Armanc tepisandin e."    ‘DIXWAZIN PÊWENDIYÊ QUT BIKIN'   Bav Servet Kamiş jî bilêv kir ku darizandina kurê wî didome û got ku li girtîgehê tahdeyeke mezin li kurê wî tê kirin. Bav Kamiş wiha axivî: "Niha jî paceyên hucreyên yekkesî digirin. Çend roj berê dest bi girtina paceyan kirine. Armanc girtina hemû rêyên pêwendiyê ye."    Bav Kamiş destnîşan kir ku ya tê kirin binpêkirina mafan e û wiha bang kir: "Ev pêkanîn rê li ber gelek binpêkirinên mafan vedike. Em malbat vê yekê ji nêz ve dişopînin, lê ev ne çare ye. Saziyên mafên mirovan û tevahiay gel divê deng derxe. Ev mijar divê bibe rojev."