Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye 2022-11-04 09:11:28   AMED – Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan der heqê “darbeya siyasî” a 4 Mijdarê de axivî: “Bi vê darbeyê, hevserokên me û parlementerên me jî di nav de bi hezaran kurd hatin girtin. Lê dîsa jî polîtîkayên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser neketin."   Di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an de desthilatî ji dest AKP'ê çûbû. Piştî vê di 20'ê gulana 2016'an de parêzbendiya parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat betalkirin. Di 4'ê Mijdara 2016'an de jî Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenter hatibûn binçavkirin. Di ser vê êrişa ku wekî "Darbeya Siyasî ya 4'ê Mijdarê" tê binavkirin de 6 sal derbas bûn.    Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan "Darbeya Siyasî ya 4'ê Mijdarê" nirxand.    Zeyyat Ceylan   ‘AKP JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DAWÎ LI PÊVAJOYÊ ANÎ'   Ceylan, di destpêkê de bal kişand ser pêvajoya 2013’an û ev tişt gotin: “Ev pêvajo ji aliyê birêz Ocalan ve hat destpêkirin û ev pêvajo ji bo gelê kurd û tirk pir giring bû. Ji bo aştî, demokrasî û demokratîkbûna Tirkiyeyê firsendeke mezin da çêkirin. Ev pêvajo 2 salan berdewam kir. Di wan her du salan de gelê tirk û kurd xwedî li vê pêvajoyê derketin. AKP'ê dît ku bi demokrasî û çareseriyê zeîf dibe, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, berjewendiyên xwe yên partî û berjewendiyên xwe yên teng ev pêvajo qedand. Mutabaqata Dolmabahçeyê înkar kir û ev pêvajoya dest pê kiribû hêdî hêdî xirabû. Li hemberî kurdan şerekî qirêj dan destpêkirin. Girêdayî vê darbeya siyasî li hemberî siyaseta demokratik û tevahiya kurdan pêk anîn û di 4'ê mijdarê de hevserokên me yên giştî jî di nav de parlamenterên me hatin girtin."   ‘TECRÎDÊ BI XWE RE ŞER ANÎ’   Bi domdarî Ceylan bilêv kir ku piştî bidawîkirina "pêvajoya çareseriyê" li hemberî kurdan şer hatiye destpêkirin û wiha domand: "Li hemberi siyaseta demokratik, li hemberi saziyan û civaka demokratik şer dan destpêkirin. Ev li ser civakê ferz kirin û ji wê rojê heya niha polîtîkayeke faşîzan li ser siyaseta kurdan tê ferzkirin. Di encama van polîtîkayan de bi hezaran însanên me jiyana xwe dest dan.  Bi 10 hezaran siyasetmedarên me hatin girtin. Tecrîda li ser birêz Ocalan dijwartir kirin. Ev tecrîd bi xwe re şer anî û ev şer li civakê ferz kirin. Heya îro du caran qeyûm tayinî şarederiyên me kirin.”   ‘AKP-MHP TÊK ÇÛ'   Di berdewamê de Ceylan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Civakê pir zehmetî kişand. Lê dîsa jî ew bi ser neketin. Zilm, êriş  bêsînor bûn. Lê di heman wextê de têkoşîna kurdan û siyaseta kurdan ji bêsînor bû. Em bi ser jî ketin. AKP û MHP çi qas propaganda xwe dikin bila bikin, çi qas bêjin me ew tasfiye kirine bila bibêjin, lê yê ku tasfiye bûn ew in û yê ku bi têkçûyînê re rû bir û mane jî ew in. Yên ku li ser pêyên xwe em in. Ev 6 sal in erişên wan, zext û zordariya wan bi ser neketiye. Yên bi ser ketine gelê kurd e û siyaseta demokratîk e. Ji aliyê wan ve eriş berdewam e. Li hemberî vê jî berxwedaneke mezin heye.”   ‘BI ÊRIŞAN Û ÎNKARKIRINÊ ÇARESER NABE’   Ceylan anî ziman ku bi salan e pirsgirêka kurd bi polîtîkayên şer nehatiye çareserkirin û wiha derbirî: "Em dibêjin pirsgirêka kurd bi erîşan, bi înkarê nayê çareserkirin. Îro înkarkirina kurdan nayê vê wateyê ku te ev mesele çareser kiriye. Tu siyaseta demokrat înkar bikî, nayê wê wateyê ku te siyaseta demokratîk qedandiye. Ev siyaseta şaş, ev siyaseta qeyûmtiyê civakê aniye kîjan astê. Ev, aştiya civakê, aboriya civakê têk birin. Cezayê vê jî civak dikişîne. Siyaset di nava krîzeke mezin de ye. Dewlet li hundir jî û li derve jî di nava krîzê de ye. Li derve şer, li hundir şer heye. Burokrasiya dewletê û siyaset hatiye asta dawiyê. Ev, talûkeyeke mezin e. Lê em ê şerê wan teşhîr bikin. Divê em siyaseta wan êrişkar a li hemberî kurdan teşhîr bikin. Heya îro me çawa li zindanan, li derve li ber xwe daye û em hatine vê merheleyê, ji îro bi şûn de jî em ê li ber xwe bidin. Zehmetî û zordarî çi dibe bila bibe, bedêl jî çi dibe bila bibe, ji bo aştiyek birûmet, ji bo azadiyê, em ê têkoşînê  mezintir û xurttir bikin, da ku faşîzim têk biçe. Em dizanin ku bê têkoşîn, bê zehmetî ne gangaz e ku faşîzim têk biçe. Zilma herî mezin li hemberî partiya me tê meşandin. Ji bo ku felsefeya me, rêya me rast e em ji bo civakê, ji bo mirovahiyê, aştiyeke birûmet têdikoşin. Têkoşîna me yê tecrîdê bişikîne û deriyê zindanan jî bide vekirin. Em dikarin van êrişên li ser me têk bibin.”   Ceylan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hilbijartina 2023'yan û wiha axivî: “Em ê tifaqa xwe xurt bikin û li dijî AKP-MHP'ê bi ser bikevin. Çi dibe bila bibe sala 2022-2023'yan wê bibe serkeftina hezên demokrasiyê û aştîxwazan û wê bibe têkçûyina îtifaqa AKP-MHP'ê.”    ‘HDP DENGÊ RASTÎ  Û HEQÎQETÊ YE’   Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Doza girtina HDP'ê û doza Kobanê li dijî partiya me wekî tehdîdê bi kar tînin û siyaseta xwe jî li gorî vê didin meşandin. Helbet HDP dengê rastî û heqîqetê ye. Civak jî vê heqîqetê dibînê û ji ber vê xwedî lê derdikeve. Li Tirkiyeyê me Tifaqa Ked û  Azadiyê ava kir. Ev tifaq her diçe xurtir dibe. Tifaqa me tifaqa têkoşîne ye, ne tenê tifaqa hilbijartinê ye. Li Kurdistanê jî em dê tifaqên xwe xurttir bikin. Hem Tifaqa Kurdistanî hem jî ya Tirkiyeyê li HDP digihîje hev. Em jî di wê bîr û baweriyê de ne ku ew tifaq dê hêza HDP'ê û demokrasiyê xurttir bike. Hem desthilat hem jî tifaqa muxalefetê vê hêza me dibînin. Ji ber vê yekê jî dixwazin bi siyaseta xwe ya teng tifaqa me jî bitengijînin, lê her diçe HDP jî û tifaqa me jî xurtir dibe. Ji ber ku civak jî hêviya jiyaneke azad di HDP'ê de dibîne. Ji bo pêvajoya hilbijartinê em vê dibêjin; siyaseta ku rakirina tecrîde qebûl neke, bi dawîkirina zilm û zora li ser zindanan qebûl neke, pirsgirêka kurd û rêbazen çareseriyê qebûl neke tiştekî ku em bi hev re bikin jî nîn e. Pîvana me navenda me ya giştî bi dehan caran aniye zimaê. Deklarasyona me ya Enqereyê hê jî di meriyetê de ye. HDP hem di pêvajoya hilbijartinê de diyarker e hem jî wê di parlamentoyê de bibe diyarker. Ji ber wê mecbûr in ku HDP'ê bibînin û dê bibînin jî.”   MA/Mehmet Guleş