Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc 2022-11-04 09:53:07   ŞIRNEX - Dayikên Aştiyê ji bo meşa ku dê di 6’ê mijdarê de li Silopiyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin û wiha gotin: “Heke em li malên xwe rûnin û xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkên sûc.”    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dê di 6’ê mijdarê de li Silopiya ya Şirnexê meş were lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” tê lidarxistin û tê payîn ku ji bajarên derdorê jî gelek kes tev li bibin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê ji bo tevlibûna mitîngê bang kirin.    ‘ROJ ROJA BERXWEDANÊ YE’    Ji Dayikên Aştiyê Emîne Alkiş bikaranîna çekên kîmyewî weke “hovîtî” pênase kir û wiha got: “Heke em li ber televîzyonê rûnin û ji ber tiştên diqewimin tenê bigirîn, ev yek dê bi kêrî tiştekî neyê. Divê her kes rabe ser pêyan û li ber xwe bide. Îroj, roja berxwedanê ye. Îroj, roja şeref û namûsê ye. Li dijî zarok û xwezaya me çekên kîmyewî tên bikaranîn. Baş e lê kanê dewlet? Rêxistinên mafên mirovan li ku ne? Tiliya tevan jî tê de heye. Hemû jî dijminên kurdan in. Em kesên piştevaniya şer dikin û alîkariyê didin şermezar dikin. Em vê qebûl nakin. Xwezaya me talan kirine. Xazên kîmyewî tev li av û axa me bûye. Ji berhemên em ji axê digirin heta ava ku em vedixwin, tevek jî kîmyewî ne. Divê êdî kurd dengê xwe derxînin û ji vî şerî re bibêjin bes e. Em dixwazin zarokên me jî mîna gelên din azad bijîn. Divê NATO û dewletên din êdî pêşî li ber vî şerî bigrin. Êdî bes e.”    'EV ZAROK ÊN ME TEVAN E’   Dayika Aştiyê Zerrîn Aytaç jî bal kişand ser dîmenên gerîlayên HPGî yên bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin û wiha domand: “Tu eleqeya van tiştan bi mirovahiyê re nîne. Yên ku îro tên kuştin, zarokên me ne, xwîşk û birayên me ne. Divê dayikên leşker û polîsan jî rabin ser pêyan û ji vî şerî re bibêjin êdî bes e. Ev demekî dirêj e em ji bo aştiyê têdikoşin. Em naxwazin êdî xwîna kesekî birije. Ev zarok ên me tevan e. Êdî bes e û bila kesek bi çekên kîmyewî neyên qetilkirin.”    'BERPIRSYAR BARZANÎ YE’   Têkildarî mijarê ji Dayikên Aştiyê Zeynep Begenîr jî got ku berpirsyarê tiştên li Herêma Federal a Kurdistanê diqewimin tenê desthilatdariya AKP nîne û ev tişt anî ziman: “Dilê min xwe li ber wan dîmenan negirt. Sedema van tiştan tenê Erdogan nîne. Berpirsariya herî mezin li stûyê Barzanî ye. Heke Barzanî rê nedabûya, wan jî nedikariya wisa bikin. Nedikariyan vê talanê bikin. Heke em kurd nebin yek, wê demê karê me zehmet e. Her wiha hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin Erdogan. Dewletên ku dibêjin; ‘em mafên mirovan diparêzin’, çavên xwe li kiryarên Erdogan digirin. Van hêzan, çekên kîmyewî li hemû cîhanê qedexe kirine lê dema mijar dibe kurd, bêdeng dimînin. Bi sala ye bi çekên kîmyewî êrişî zarokên me dikin. Çiya û sewalên me tune kirin. Barzanî çima rê li ber vê nagire? Divê xelkê Başûr li dijî vê derkeve û li dijî vê komkujiyê dengê xwe derxîne. Ev pirsgirêk bi kuştinan çareser nabe. Divê her kes dengê xwe derxîne.”    'ÇARESERÎ BI KUŞTINÊ NABE’   Ji Dayikên Aştiyê Asya Demîr jî got ku divê herî zêde dayik bertekê nîşanî  bikaranîna çekên kîmyewî bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku herî zêde dilê dayikan dişewite. Divê her dayikek dengê xwe derxîne. Hewceye kesên ku maf û hiqûqê diparêzin li ser vê meseleyê bisekinin. Çareserî bi kuştinan nabe. Bêdengî, mirin e. Heke em li malên xwe rûnin û xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkên sûc.”