Rûreşiya Komarê 2022-11-04 10:20:47 * Medenî Ferho   Ev qûpur, rûreşiya komarê ye.    Komar, di wateya `cumhuriyet`ê de ye. Cumhuriyet tê wateya cemahîr, yanî gel. Gotin erebî ye, lê ez li ser etîmolojiya gotinê ranawestim. Dema rayedar û zanistên Tirkiyeyê qala 'cumhuriyetê' dikin, wek ku keşîfa Arşîmet kirine, ligel gotinên qelew, zimanê bedenê jî bikartînin. Qet nayînin bîra ku xwe ku her deh salan, darbeyên “celladî”,  “sêdarî”  û “gîyotînî” dihatin kirin,  16 sal in ku despotiya tayîbîst li Tirkiyê, ax, av û çiyan bixwîn dike. Li Kurdistanê êdî kevir jî xwînê dimîzin. Hewa û av jehra kimyewî dibarînin.   Ez îşaretên tirsê  rêz nakim, rastiyê vedibêjim.    Sîstema tayîbîst, mîratzadeya sîstema Îttîhat û Terakî ye. Bingeha vê sîstemê çetetî ye. Artêş jî “artêşek dîlgirtî” ye; eskerên di vê artêşê de eskeriyê dikin, dîlgrtî ne, bi zorê diçine operasyonan. Heke neçin têne kuştin. Ji ber vê jî, dema derdikevin operasyonan, “dua-niyazên” ayet el-Kursî û Beqera dixwînin, niviştokan dikine stuyê xwe. Ji bo bi saxî vegerin mala xwe, sedeqeyan didin, soza xwendina mewlûdan didin.    Cumhuriyet, sîstema eskeran nîne. Artêşa demokrasî jî ava nekirine. Çênabe, li dijî diyalektîkê ye. Mixabin, sîstema serdest demokrasî parçe kirine. Mînak demokrasiya qesra tayîb efendî. Tayîb efendî, wek Seddam parlameto şeklî kiriye. Li welatekî parlamento ne serdest be, hiquq jî nine, edalet jî!... Qijleyên Artêşa  Tirkiyeyê, girtîgehên dîlên ku mecbur in biçin şer e. Di salên 1913-‘14-‘15'an de, dema artêşa Osmanî li Balkan û cîhana erebî şikestin,  eskerên xwe anîne bakurê Kurdistanê,  dibin navê “Garnîzonên Tûl” de li bajaran bi cih kirin.  Di dema fermana gelê suryan de, 14 hezar esker anîne Midyadê. Balkêş e li tevahiya Balkanan 21 hezar esker hebûn, li Midyadê bi tenê 14 hezar esker û 4 hezar komên çete kom kiribûn.   Îro jî ev rastî heye. Dema ku rojnamevanên kurd vê rastiyê eşkere dikin, têne girtin, yan jî têne kuştin. Lewma min got; çiya, dar û devî, kevir û lat, lawîr û çûk, mar û dubişk, kêzik û marmarok dijminê wan in. Çima? Ji ber ku artêşa tirk dijminê van teva ye, dijminê jiyanê ye. Bikaranîna çekên kimyewî dijminatiya li jiyanê ye û jiyanê dikuje.    Desthilatdariya ceberrûd, gelek peyvên nû  “daxilî” ferhanga tirkî kirin: tecrîd, qeyûm, eylûlîst, kenanîst, erdoganîst, tayîbîst, çîllerîst, fetoîst, sêva sor, gurên du serî, dêlegûra asêna, yek-yek, silava çar tiliyan, tifaka menfûr, çawişê pispor, eskerên bi pere, lejyoner, tîma xencer, gurên du serî û hwd. Mirov dikarê, çend rûpenên A4 dagire.    Esseh, sahîh e ku rayedarên desthilatdariya ceberûd, wateya demokrasî û cumhuriyetê jî nizanin. Lê teoriyên dagirkerî, talan, komkujî û tûnekirinê, wek qirkirina fizîkî û siyasî baş dizanin. Ji bo vê jî, lêgerînên ji bo komara yekdestî, yek olî, yek netewî, yek alî, yek zimanî dikin. Ji bo vê jî ola îslamî ku li ser bingeha “ummet” bi hêz û fereh bûye bikartînin. Ev jî tê wateya guhertina nirxên ola îslamî; alim û ulemayên cîhana îslamî jî bêdeng in.     Ji bo vê gava gunehkariya sedsalê, Herêma Başûrê Kurdistanê jî, wek Jean Paul Sartre dibêje; “bi hêza artêş û polîtîk, li herêma başûrê Kurdistanê, serdestiya aborî jî bidestxistine.”Ev tê wateya temam kirina hegemonyaya emperyalîst. Partiyên Kurd jî bûne hevkar. Mixabin!...    Sîstema tayîbîst, bermayiya paşeyên Îttîhat û Terakî ye, lê mînakên dagirkeriya Romayiyan jî hene. Komên çete û lejyonerên romayî bingeha vê sîstema ceberrûd in.   Mirovanî hêdî hêdî têk diçe. Li hemberî kiryarên dewleta tirk li xaka Kurdistanê, êdî mirov nikare qala mirovaniyê bike, gav bi gav ber bi rewşeke “tebakên  efsûnî”, wek dehbeyên du serî, sê serî ve diçe. Asoyên paşerojan hatine dagirkirin, hêvî jî kirina nava tirsê.    Lê gel heye, nakokiyên sîstemên ceberrûd û faşîst hene. Gel berxwedanê dike, nakokiyên sîstemê jî wê sere sîstemê bixwe.