Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin 2022-11-04 14:44:18   ENQERE – Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata di Doza Kobanê de diyar kir ku dê rojên tarî yên bi destê desthilatdariyê hatine afirandin derbas bikin û wiha got: “Me bi salan di siyasetê de têkoşîna kotayê da û niha jî daraz li ser jinan dosyayan amade dike. Me ev kota derbas kiriye.”    Rûniştina 8’emîn a 18’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên MYK’a HDP’ê ya berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedarjê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.     Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Di danişînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP’ê û gelek kesên din jî amade bûn.    Danişîn, bi parastina siyasetmedaran dest pê kir.   ‘YEREL YARGILAMALARA MERCEK TUTUN’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata piştre parastina xwe kir û wiha got: “Di dema çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê de li Êlihê li pêşiya Huda Par’ê kesekî jiyana xwe ji dest da. Li ser kesê hatiye girtin jî nasnameya leşkeriyê derket. Em li tiştên ne di darizandinê de hene binêrin û hinek vekolin. Em projektorê digirin lê hûn dîsa jî nabînin. Îdeolojiya fermî em weke berpirsyarên wê demê dîtin û niha jî li pêşberî wa ne. Ji ber ku ev dosya dosyayeke organîzeyî ye û siyaseta demokratîk tê îllegalîzekirin, li gel ku agahiya ku ji dozger re hatiye şandin di dosyaya me de heye jî hûn pê re eleqedar nebûn.”    ‘TRT’Ê DERHEQÊ ME DE NÛÇEYEN QIRÊJÎ DIWEŞÎNE’   Ata, da zanîn ku girtek xelet hatine girtin û wiha pê de çû: “Em bêyî destûra şandeya dadgehê derneketin lê di girtekan de berevajî vê hatiye nivîsandin. Min ji we re nivîs şand ku dê bi rêya SEGBÎS’ê tev li bibim. Lê hûn dibêjin ku daxwaznameya te tune ye. Ji min re gotin dikarî piştî nîvro tev li bibî. Girtîgeha me ne li gorî asta darizandineke wiha ye. Dosyaya me, ya pêla duyemîn bû. Dosyaya sêyemîn tiştekî jê re digotin dosyaya HDP’ê ya darayî. TV’yekê wêneyên me, navên hevserokên me dan û got; ‘Di Doza Kobanê de dosyaya darayî hat amadekirin.’ TRT’ê ev yek bi zimanekî pir qirêjî kir. Dosya dan hevalên me, îdianame dan me tevekan. Di ketina girtîgehê de gotin ev çi ye. Ji me pirsiyan bê ka me ev çawa bi dest xistine û gotin mimkin nîne ku em van bidin we. Di TV’yekê de nûçeyên derheqê dosyaya darayî ya Kobanê derbas dibe lê em nikarin xwe bigihînin wê dosyayê.    DIJMINATIYA KURDAN TÊ KIRIN    Gelo em ê çi bi nûçeyên derheqê me de tên çêkirin, bikin. Tevahiya wan agahiyan rast nînin. Derheqê me de agahiyên xelet belav dikin. Dozger beg derheqê me de hemû belgeyan li ser înternetê kom dike lê em nikarin xwe bigihînin belgeyên di dosyaya xwe de. Derewên li ser medyayê serbest in lê gotinên me qedexe ne. Dijminatî li kurdan tê kirin lê dengê xwe ji vê re nakin. RTÛK jî radizê. Ev du sal in hûn hewl didin li ser van fezlekeyan me bidarizînin.    Pirtûkên li mala min hatin dîtin weke delîl li dosyayê hatine zêdekirin. Siyasetmedar ji ber ku pirtûkan dixwînin tên darizandin. Di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo wê pirtûkê spasî hatibû kirin. Mamoste Şebnem ku em demekî dirêj bi hev re xebitîn, hatiye girtin. Bi vê rewşê xemgîn bûm. Lê mixabin em di rewşeke wiha tarî de ne. Em ê van rojên tarî derbas bikin. Me bi salan di siyasetê de têkoşîna kotayê da. Niha jî daraz derheqê jinan de dosyayan amade dike. Me ew kota derbas kiriye. Em ji bo yekitiyê siyasetê dikin û tên darizandin lê yên ku civakê li dijî hev sero dikin bi rehetî digerin. Derheqê me de tenê li ser ‘terorîst e’ nûçe tên çêkirin lê em di serdema teknolojiyê de ne. Ez têm înkarkirin lewma di siyasetê de cih digirim. Ev nêzî 2 sal in tu delîl neketine dosyayê. Hûn neçarin ku vê dosyayê bi dawî bikin. Di îdianameya doza darayî ya Kobanê de Ahmet Altûn hinek xebitî ye. Ji bo pênaseya kadroyê 100 rûpel veqetandine lê yek hevalê/a me ne li gorî vê pênaseyê ye. Di vê dosyayê de tenê tiştekî nû heye ku ew jî cih girtina min a di nava têkoşîna jinan de û parvekirina twîta navenda me ya giştî.”    Şandeya dadgehê saetek û nîv navber da danişînê.