Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e 2022-11-04 15:21:03   AMED -  Di biryara bisedem a 11 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate birîn de bi sûcê “endaman li rêxistinê zêde dike û hejmara alîgiran zêde dike” hate sûcdarkirin û hate gotin ku “cezakirina wê pêdiviyeke civakî ya lezgîn e”.     9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 17’ê cotmehê de bi îdiaya ku di 3 axaftinên cuda de “propaganadaya rêxistinê kiriye” 11 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birîbû. Dadgehê biryara bisedem a cezayê hefsê yê li Guvenê birîbû, aşkere kir. Dadgehê di biryara bisedem a ji 46 rûpelan pêk tê de îdiakir ku axaftinên Guvenê yên di 6 çalakî û aktîvîteyan de “propagandaya rêxistinê” di nava xwe de dihewîne. Dadgehê di biryara bisedem de cih da rexneyên Guven ên li dijî operasyona leşkerî ya dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku dewleta tirk rêxistinên li wir weke “rêxistina terorî” dibîne.    ‘CEZAKIRINA WÊ PÊDIVIYEKE BI LEZGÎN E’    Di biryara bi sedem de, ku tam nehat aşkere kirin ka Guven bi kîjan gotin an jî çalakiyan hate cezakirin, hat îdîakirin ku çalakî û xebatên Guvenê bi armanc û talîmatên PKK’ê, KCK’ê û YPG'ê re weke hev in. Di biryarê de Guven bi sûcê “endaman li rêxistinê zêde dike û hejmara alîgiran zêde dike” hate sûcdarkirin û hate gotin ku “cezakirina Guvenê pêdiviyeke civakî ya lezgîn e”.