Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst 2022-11-04 15:34:20   AMED - Çalakiya xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê di roja 5’an de berdewam dike. Xwendekaran xwestin ku cihê avahiya wan neyê guherandin û wiha gotin: “Dibêjin ku em di biryara xwe de biisrar in. Lê divê bizanin ku em jî di çalakiya xwe de biisrar in. Heta li me guhdar dikin jî dê çalakiya me bidome. Meclisê dengê me bihîst lê rektor nabihîse.”    Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê biryar dabû ku cihê Fakûlteya Hiqûqê veguhêze. Di biryarê de hatibû diyarkirin ku dê fakûlteya kevin were valakirin û perwerde dê li avahiya nû were dayîn. Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê jî bertek nîşanî vê biryarê dan û ji bo betalkirina vê biryarê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî di roja 5’an de berdewam dike û Rêveberiya Baroya Amedê û Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Meclisa Jinan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dowîzên “Fakûlte ya me ye û em na terikînin” û “Aqlê me heye, em li bîra xwe xwedî derdikevin” hatin hilgirtin.   Her wiha tabelayên fakûlteyê ku heta duh jî li wir bûn hatin rakirin. Xwendekaran bertek nîşan dan û û gotin ku meclisê dengê wan bihîstiye lê rektorê zanîngehê nabihîse.   ‘BILA JI ME RE SEDEMEKÊ JÊBAWER BIKIN’   Di çalakiyê de xwendekaran da zanîn ku daxwaza wan ew e ku li avahiya kevin perwerdehiya xwe bidomînin û ev tişt anîn ziman: “Em naxwazin dest ji çanda xwe ya 40 salî berdin û ev çand bi dawî bibe. Em dixwazin kesên bêyî me ev biryar dane me muxatab bigrin û sedemên jêbawer bi me re parve bikin. Dibêjin ku em di biryara xwe de biisrar in. Lê divê bizanin ku em jî di çalakiya xwe de biisrar in. Heta li me guhdar dikin jî dê çalakiya me bidome. Ji bo vê çi pêwîst bike, em ê bikin. Hejmara me roj bi roj zêdetir û dengê me bilindtir dibe. Em ê çalakiyên hêj mezintir vê protestoyê bidomînin.”   Bi domdarî xwendekaran destnîşan kir ku Fakûlteya Hiqûqê ya Dîcleyê evîna Çemê Dîcleyê û çavê Mezopotamyayê ye û ev tişt anîn ziman: “Ji bo me ewqas girîng e. Jihevcudakirina avahiya zanîngehê, ji bo kesên li vir perwerde bûne tiştekî hêsan nîne. Em avahî û bîrekî nû naxwazin. Em dixwazin bîra 40 salan bidomînin û bîranînên xwe jî li ser vê bîrê zêde bikin.”    ‘TÊKOŞÎNA XWENDEKARAN HÊVIYÊ DIDE’   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Yildiz Ok Orak jî di çalakiyê de axivî û got ku piştgiriyê didin çalakiya xwendekaran. Orak, bi domdarî wiha got: “Ji bo têkoşîna mafan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) gelek parêzer di vî avahî de hatin gihandin. Lewma jî çalakiya we bo me gelek girîng e. Mixabin kesên vê dewletê û zanîngehê birêve dibin, tu carî xwedî li hafizeyê derneketin û paşguh kirin. Wekî hûn jî dizanin, tişta ku li vir li we tê kirin, gelek caran li vî bajarî hat kirin. Têkoşîna we ya ji bo xwedîderketina li avahî, dîrok û bîrê, ji bo têkoşîna ked û demokrasiyê hêviyeke mezin dide.”    Çalakiya xwendekaran bi govend û dirûşman bi dawî bû.