ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin 2022-11-04 16:17:23   AMED - ÎHD’a Amedê bi mebesta ji bo bidawîanîna şer bi dirûşma “Nobeda Aştiyê” girt û çalakiyê meha duyemîn li pey xwe hişt û hat destnîşankirin ku ew ê di aştiyê de bi israr bin.    Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di roja înê ya yekem a her mehê de li hemû şaxên xwe bi awayekî hevdem biryara ku “Nobeda Aştiyê” bigire dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a ÎHD'a Amedê “NobedaAştiyê” di meha duyem de berdewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî tev li çalakiyê bûn. Li eywanê pankarta “Ji bo hemû kesî aştî” hat daliqandin.    Di nobedê de daxuyanî hat dayîn. Cîgira Serokê ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyanî da. Demîr bal kişand şer ku ev 50 in li Kurdistanê didome û wiha got: “Ev şerê berdewam dike di serî de li ser jin, zarokan rasterast tesîrek neyînî dike. Ev mîlîtarîst û zayenda newekhev û şerên birdozî mafê jine ya jiyanê tê rapêçkirin. Di dîroka nêz de jinên êzîdî bi êşên mezin re rûbirû man. Jinên êzidî hatin rewandin û dest dirêjî li wan hat kirin. Jin û zarok ketin ser rêyên koçberiyê. Ji her cure mafên xwe bêpar man.”    ‘HERÎ ZÊDE MAFÊ JIN Û ZAROKAN TÊN BINPÊKIRIN’   Demîr da zanîn ku di salên 90’î de ji ber şewitandina gundan, îşkence û zextan xelk ji warên xwe koçber bûn û êrişên li ser jinan zêder bûn. Demîr bal kişand ser Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û got: "Herî zêde girîngî didin mafê zarokan lê herî zêde jî mafê zarokan tê binpêkirin. Zarok dibin mexdûrê şer.”    ‘SÛCÊ ŞER BÊCEZA TÊ HIŞTIN’    Demîr derbarê rapora di navbera 2011-2022’an li Kurdisanê hatiye amedkirin de wiha got: “Di şer de mafê zarokan hatiye binpêkirin. Di raporê de zarok bi amûrê zirxi hatine kuştin. Cîsmên teqemenî bi wan ve teqiyan e. Zarok bi guleyên rastî û fişekên gaza îsotê hatine kuştin û seqet bûne. Şer bi kuştina zarokan tenê sînor namîne, di heman demê de mafên perwerdehiyê, tenduristiyê tên binpêkirin. Ev sûcên tên kirin, bêceza tên hiştin. Êdî ev bûye wek polîtîkaya bêcezahiştinê.”    ‘EM DI AŞTIYÊ DE BI ISRAR IN’   Demîr bal kişand ser têkoşîna Dayikên Aştiyê ku bi salane li qadan û kolanan li ber xwe didin û got: “Dayikan li dijî her cure şer her tim ji bo aştiyê bi berpirsiyariya xwe rabûne. Çi ketiye ser milê wan pêk anîne. Her tim di nava pêvajoya avakirina aştiyê de cih girtin e. Em bang li hemû kesî dikin ku werin ji bo edeletê, wekhewiyê, aştiyê û heqîqetê mil bidin milê hev. Em polîtîkayên şer qebûl nakin û em di aştiyê de bi sirar in.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî aştî” bi dawi bû.