Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin 2022-11-04 16:46:05 ENQERE - Hat zanîn ku li Girtîgeha Eregliyê girtî Yakûp Brûkanli yê li dijî tecrîda girankirî bedena xwe dabû ber agir, agahî jê nayê girtin.    Greva birçîbûnê ya 40 girtiyên li Girtîgeha Eregliya Konyayê li dijî binpêkirinên mafan dabûn destpêkirin, berdewam dike. Ji girtiyan Yakûp Brûkanli yê ji rojhilatê Kurdistanê li dijî tecrîda girankirî bedena xwe dabû ber agir. Bûyer di 28’ê cotmehê de pêk hatiye. Malbata Brûkanli da zanîn ku ev 4 hefte ne ji lawên xwe agahî nagirin. Birayê wî Abdullah Brûkanli da zanîn ku girtîgeh agahî nade wan û ew nizanin rewşa birayê wî çawa ye.    Hat zanîn ku di encama serlêdana malbatan de parêzer îro dê li Girtîgeha Eregliyê serdana girtiyan bikin.