Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome 2022-11-05 09:01:57   STENBOL - Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî ku qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re şiband "Hîle-î Şerriyeyê", got ku tecrîda mûtleq dê bi tifaqa "Rêya Sêyem" a hêzên civakî bikaribe bê şikandin.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Di vî 24 salî de hezar û 462 serlêdanên parêzeran û 501 serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "keştî tê tamîrkirin" hatine astengkirin. Her wiha Ocalan heya niha tenê 2 caran sûd ji mafê hevdîtina bi rêya telefonê girtiye. Herî dawî Ocalan di 25'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiriye û ji wê çaxê heya niha tu xeber ji Ocalan nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta "cezayê dîsîplînê" tên astengkirin.    Ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzer Emran Emekçî behsa bêhiqûqîtiyên ku muwekîlê wan Ocalan bi wan re rû bi rû dimîne û helwesta saziyên navneteweyî ya li dijî van bêhiqûqtiya nirxand.    Emran Emekçî   BERXWEDANEKE 24 SALAN   Parêzer Emekçî bi bîr xist ku Ocalan piştî komploya 9'ê Cotmehê ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin berê xwe daye Ewropayê û got ku ji ber ku mesele derî çareseriyê hatiye hiştin komployeke bi vî rengî hatiye pêkanîn. Emekçî bi lêv kir ku piştî girtinê tecrîdkirina Ocalan jî perçeyeke neçareseriyê ye û got ku bi vê tecrîda 24 salan armanc ew bûye ku Ocalan bê ser "xetekê". Emekçî, axaftina xwe wiha domand: "Ocalan nayê ser vê xetê, lewma her tim rastiyê diparêze. Bi tecrîdê armanc şikandina vînê ye. Lê birêz Ocalan 24 sal in li dijî vê li ber xwe dide."    3 HEYAM, 3 TECRÎDÊN CUDA   Emekçî, bi lêv kir ku di navbera 1999-2005, 2005-2015 û 2015-2022'yan de 3 polîtîkayên tecrîdê yên cuda hatine pêkanîn. Emekçî ji bo vê ev tişt gotin: "Heya AKP bû desthilat, yanî sala 2002'yan diyalog û hevdîtin hebûn. Pêvajoya aştiyê hebû û bi hatina komên aştiyê re atmosferek çêbû. Heya Sibata 2003'yan, bi tu awayî destûra hevdîtina bi parêzeran û malbatê re û hevdîtina bi rêya telefonê nedihat dayîn. Prototîpa tecrîda mutleq di vê pêvajoyê de hat pêkanîn. Piştî tecrîda bênavber a 3 mehên ewil, di 1'ê hezîrana 2005'an de heya ku jê re dibêjin 'qanûnên Ocalan' dest pê kir. Em dikarin tecrîda di navbera 2005-2015'an de wekî tecrîda girankirî bi nav bikin. Di çapemeniyê de şaş tê nirxandin; ji bo heyama niha jî tecrîda girankirî tê gotin. Lê ev ne rast e. Tecrîda girankirî di navbera 2005-2015'an de bû. Tecrîda niha, tecrîdeke mutleq e. Her wiha ev di heman demê de polîtîkaya darvekirinê ye jî ku hêdî hêdî tê pêkanîn."   Emekçî, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bi hiqûqê nayê îzahkirin û li wir "hiqûqa dîlgirtinê" tê pêkanîn.    Emekçî, ji bo hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" jî bi lêv kir ku ev yek bûye mijara karîkaturan jî û wiha berdewam kir: "Yanî di raporên CPT'yê de jî hatiye gotin ku ev qas keştiyên Komara Tirkiyeyê hene, qey nikare parêzeran bibe giravekê û bîne?"    ‘HÎLE-Î ŞERRIYE DIDOME'   Emekçî, ragihand ku piştî qutkirina hevdîtina bi rêya telefonê "cezayên dîsîplînê" wekî hincet hatine nîşandan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Xebernegirtin bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn. Her meh bi heman hincetan biryarên dadgehê dubare dikin. Tenê dîroka wan diguherînin û kopî dikin. Vê yekê sê mehan carekê dubare dikin. Hinceta biryaran ji me re naşînin. Hîleyeke hiqûqî heye. Di dema osmaniyan de ji bo vê digotin 'hîle-î şerriye'. Yanî pêvajoyeke ku ji hundir parêzeran derveyî vê yekê dihêlin tê birêvebirin. Bi vê nahêlin muwekîlên me di warê hiqûqî de alîkariyê wergirin. Bi vî awayî mafê wan ê parastinê jî tê astengkirin. Em ji vê re dibêjin tecrîda hiqûqî. Yanî li vir li dijî hiqûqê jî tecrîdek tê pêkanîn. Ev tiştekî pir xembar e."    ‘XWE LI NEDÎTIN Û NEBIHÎSTINÊ DATÎNIN'   Emekçî, diyar kir ku serlêdanên wan ên ji bo Ocalan ên li DMME'yê kirine 8 sal in nehatine bersivandin û bal kişand ser serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku di meha Cotmehê de serdana Îmraliyê kiribû. Emekçî, wiha domand: "Gava mesele tê ser Ocalan, saziyên navneteweyî xwe li nedîtin û nebihîstinê datînin. Tim eware dikin. Tenê tirkan ev çarenûs li kurdan nefesilandiye, hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ev çarenûs fesilandin. Ji kurdan re gotin 'tu tune yî.' Rastiyeke gel a me, ya bi însafa netew-dewletan re rû bi rû maye heye."    ‘GIRÎNYA RÊYA SÊYEM'   Emekçî destnîşan kir ku polîtîkaya tecrîdê ya AKP'ê li her derî belav bûye û azadî hatine rawestandin û pergaleke otorîter hatiye pêkanîn. Emekçî bilêv kir ku lê vebijêrka "Rêya Sêyem" a Ocalan dikare ji heq vê derkeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li feraset û bernameya Tifaqa Cumhûrê û Tifaqa Miletê mêze bikin; bi navê çareserkirina meseleya kurdî tiştek tune ye. Vebijêrka mayî tenê tifaqa 'Rêya Sêyem' e. Lewma em hêzên civakî em ê vê vînê bidin der. Gava meseleya kurdî di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de bê çareserkirin ev pirsgirêk dê çareser bibe. Beramberiyeke civakî ya 6 milyon kesî ya Ocalan heye û ev ne hejmareke ku mirov wê biçûk bixîne. Helbet potansiyela wê ya hîn mezintir bibe heye. Di nava vebijêrka 'Rêya Sêyem' de ne tenê kurd hene. Her wiha divê ev vebijêrk jî bigihê ji sedî 30'yî."    MA / Ergîn Çaglar