Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand 2022-11-05 09:09:56   ŞIRNEX - Bavê Xemgîn Kiçî (Yahya Şen) ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû wiha got: "Ji me re her tim digot, 'Soz be ez ê serê we netewînim.' Serê me netewand. Spas ji bo keda wî. Em pê serbilind in."   Tirkiyeyê di 17'ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê ji hewayê û bêjahiyê ve êrişeke berfireh da destpêkirin. Di êrişên ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tên kirin de, Tirkiye tevî bikaranîna çekên kîmyewî jî heta niha pêşketineke berbiçav bi dest nexistiye. Di êrişan de heta niha 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî yên cur bi cur hatine bikaranîn. Di 18'ê Cotmehê de Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) ku di êrişên bi çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn belav kiribûn û paşê jî dîmenên 2 HPG’iyên ku ji çekên kîmyewî bandor girtibûn hatibûn belavkirin. Ji kesên ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de li Zapê jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Xemgîn Kiçî (Yahya Şen) bû.    Yahya Şen ji malbateke Koçer e û li navçeya Hezexa Şirnexê ji dayik bûye. Şen, heta pola 8'an a dibistana navîn xwendiye. Şen, di temenekî biçûk de bi zanistiya xwe bala her kesî kişandiye. Di 14 saliya xwe de lêgerîna wî ya nasnameya kurdî dest pê kiriye. Wê demê ji ber ku bavê wî ji bo debara malê ajokariya TIR'an kiriye, zêde bi bavê xwe re nemaye. Lê gava li cem bavê xwe bûye, heyraniya xwe ya li hemberî wî tim bi lêv kiriye. Şen, di wî temenê xwe de bi bavê xwe re ne wekî bav û kur, lê wekî hevalekî bûye. Pêvajoya naskirina nasnameya kurdî û lêhûrbûna wî di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de yê li Rojava û Şengalê dest pê kiriye. Her çendî pêvajoya Rojavayê ew ber bi lêgerînekê ve biribe jî, lê tişta ku herî zêde bandorê lê kiriye zarokê êzidî Xemgînê 5 salî bûye ku li Şengalê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bûbû û hatibû Hezexê. Piştî ku Yahya Şen, Xemgîn nas dike ji bavê xwe re gotiye "Bavo tu niha Xemgîn danî li ser textê zêr jî tu nikarî ew xweşî û aramiya wî ya li cem malbata wî bidiyê.' Pişt re gotiye "Jiyan ne ev e, me ev heq nekiriye" û piştî çend mehan, di 2014'an de tev li nava refên PKK'ê bûye. Yahya Şen ku gava tevlî nava refên PKK'ê bûye, navê zarokê êzidî Xemgîn Kiçî li xwe dike.    Hevşaredarê Hezexê yê qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin Mûrat Şen, bavê Yahya Şen, behsa kurê xwe kir.   Mûrat Şen   LÊGERÎNA WÎ YA NASNAMEYA KURD DEST PÊ DIKE    Bav Şen diyar kir ku kurê wî her tim rûken bûye û got ku di temenekî biçûk de gavên gelekî mezin avêtine. Bav Şen wiha behsa kurê xwe kir: "Hevalê Xemgîn di zarokatiya xwe de hem bi xweşikiya xwe hem jî bi rûkeniya xwe bala mirovan dikişand. Tiştekî gelek cuda bû. Hevalên wî û mamosteyên wî yên dibistanê ji wî pir hez dikirin. Pir dihat hezkirin. Wê demê ji bo aboriya malbatê min ajokarî dikir. Em gelek bi hev re neman. Lê dema ku ez dihatim malê jî têkiliyên min û wî pir xurt bûn. Wê demê çi qasî zarok bû jî, lê têkiliya wî ya bi min re ya hevaltiyê bû. Pir dixwend û pirs dikir."   Bav Şen da zanîn ku bi taybetî Şoreşa Rojavayê bandoreke mezin li kurê wî kiriye û got: "Di sala 2014'an de ew fermana ku li ser civaka êzidî pêk hat, me ji şengaliyan re li ber deriyê şaredariyê cih çêkiribû. Carekê ji min re got, 'ez dixwazim bi te re werim wan bibînim.' Piştre em bi hev re çûn. Çû marketê ji zarokan re tişt kirîn. Em çûn zarokek li wir hebû û navê wî jî Xemgîn bû. Xemgîn jî zarokekî pir xweşik bû. Ji bavê xwe enfeksiyon girtibû. Em bi şev heya 11'ê şevê bi Xemgîn re man. Dema em vegeriyan Yahya ji min re got, 'Tu niha Xemgîn danî li ser textê zêr jî tu nikarî ew xweşî û aramiya wî ya li cem malbata wî bidiyê.' Min jî jê re got, 'Wele zehmet e.' Ji min re got, 'pêwîst e mirov piçekî li ser bifikire, ev jiyan ne wisa ye, me ev heq nekiriye.' Ez keniyam û min lê mêze kir û jê re got, 'tu perwerde didî min.' Min digot zarok e. Lê ji me mezinan bêtir fêm kiribû. Ne tenê hevalên wî her kesî ji wî pir hez dikir. Ji xwe ji min re digot, 'Ez miradê biçûk im' gelek henekçî bû. Min têr hembêz nekir, lê wî Kurdistanê tev hembêz kir. Îro bi mîlyonan kurd xwedî li wî derdikevin. Bi mîlyonan li pey şopa wî diçin. Ez xwe tenê hîs nakim. Hevaltiya wî xurt bû û heta ku bi hevalên xwe re çû şehadetê jî. Tu caran dev ji wê sekna xwe ya hevaltiyê berneda. Di dîmenên wî de, helbestekê li ser Gabarê dibêje. Hezkirina xwe ya li hemberî Gabarê tîne ziman. Mirovekî rûken bû. Ji me re her tim digot, 'Soz be ku ez ê serê we netewînim.' Rast e serê me netewand. Ez ji keda wî re spas dikim û bi wî serbilind im. Hêvî dikim ku ew yê dawiyê be. Dixwazin aramiyek çêbibe. Ev zarok di 14 saliya xwe de neheqiyê qebûl nakin. Dixwazin aşitî û aramî bikeve cîhanê."    NAVÊ XEMGÎNÊ ÊZIDÎ LI XWE KIR   Bav Şen axaftina xwe wiha domand: "Li malê tu carî ji me re stran negotin. Lê bi rastî jî mirovekî pir vekirî bû. Zarokekî bi zarokan zarok, bi mezinan re mezin bû. Ew strana wî ya ku li ser Gabar û Cûdiym dibêje, min jî bandor jê girt. Mamosteyê wî yê dibistanê tirk bû. Dema pê hesiya ku Yahya çûye got, 'Li vir serok bû, hêvî dikim ku li wir jî bibe serok.' Ew hezkirina xwe li mamosteyê xwe jî dabû qebûlkirin. Dema navên wan hatin gotin, nasnavê wî Xemgîn bû. Navê zarokê êzidî Xemgîn rakiribû. Çimkî gotibû, 'tu Xemgîn danî li ser textê zêr jî ew ê li axa bigere.' Sedî sed bandor ji wî girt. Min digot dibe ku naveke din li xwe bike, lê navê Xemgîn li xwe kir."   'HEGER EV SÛC KIRIBIN DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN'   Mûrat Şen da zanîn ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin wan serî li rêxistinên tenduristiyê daye û wiha got: "Her kes dibêje ku bi bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin. Me serî li rêxistina tendûristiyê kir. Ez bang dikim ku baro, OHD û ÎHD jî lêkolîn bikin. Çimkî li wir şerekî qirêj tê meşandin. Ez bang li rayadarên Tirkiyeyê jî dikim; hûn dibêjin çekên kîmyewî nehatine bikaranîn, heger wisa be nexwe bihêlin bila lêkolîn bên kirin. Heger ne wisa be wê ev sûc ji ser we jî rabe. Em malbat li ser bûyerê disekinin û dixwazin ku Tirkiye vê yekê zelal bike. Ez îro bimirim jî ez ê li ser zarokên xwe bikim wasiyet ku bipirsin. Ne tenê ez divê her malbat li ser bisekine. Îro heger dewletek ev sûc nekiribe, bila eşkere bike ku paqij e, lê heger kiribe jî divê hesab bê pirsin."