Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin 2022-11-05 11:30:00   ENQERE - Hate hînbûn ku gardiyanan hewldaye bi veguhestina pirtûkan îşkenceyê li Civan Boltan ê destek û çavekî wî nînin û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin bikin û ji ber Boltan li dijî vê yekê derketiye hatiye derbkirin.     Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tên ragirtin ji ber binpêkirinên mafan û pêkanînên îşkenceyê yên di demên dawî de zêde bûne dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyan pêkanînên pê re rûbirû dimînin bi rêya nameyan ji Saziya Mafên Mirovan (ÎHD) re ragihandin. Yek ji girtiyan Alî Riza Kayan di 17’ê cotmeha 2022’yan de di nameya ku şand de ev tişt gotin: “Piştî hewldana darbeya 2016’an gelek şert û mercên me hatin bisînorkirin. Ji wê rojê ve çûyîna pirtûkxaneyê, qûrsên weke wêne, tembûr, kompîtûr hwd. hatin rakirin. Roj û saetên sohbet û sporê hatin bisînorkirin. Bi pêvajoya pandemiyê xebatên spor û sohbetê temamî hatin rakirin. Hevalên me yên cezayên wan xelasbûne û cezayê wan ê dîsîplînê nîne nayên berdan. Gelek girtiyên li vê derê kevn in û hevalên me yên ku 30 sal in di girtîgehê de ne zêde ne. Hevalên me yên ku cezayê wan xelas bû û nayên berdan jî her ku diçe zêde dibin.”   PÊKANÎN MAYÎNDE KIRIN   Cabbar Palabiyik jî diyar kir ku li girtîgeha ku lê ne şertên wan her ku diçe nebaş dibin û wiha got: “Beriya niha bi qanûneke ji Meclisê derbas bû saetên hevdîtinê kiribûn saetek û nîv. Lê li vê girtîgehê tenê carekê pêk anîn û dîsa kirin saetek. Deriyên cihê hewadarkirinê saet di heştan de dihatin vekirin lê rêveberiya girtîgehê derxistin saet heşt û nîvan. Bi vî awayî nêzî saetekê derî dereng tên vekirin. Li derve bergiriyên Kovîd-19’ê rakirin lê li vir ev pêkanîn mayînde kirin. Em nikarin derkevin tu xebatên civakî. Beriya niha bi komên 10 kesan em derdixistin xebatên civakî lê niha dixwazin tenê bi 3 kesên di hucreyê re me mehê saetekê derxînin sporê.   CEZAYÊN HUCREYÊ YÊN KEYFΠ   Di nava rojê de bi awayekî keyfî di bin navê lêgerînê de bi ser hucreyan de digirin. Pirtûk, kovar, pênûs û lênûskên me tên girtin. Tiştên em ji kantînê distînin dibêjin qedexe ne û dest danin ser. Di her lêgerînê de tiştekê dibin. Dest danin ser pirtûk, nîşe, helbest, çîrok, roman û ceribandinên me. Ji fikirîn û nivîsîna mirovan ditirsin.   RÊGEZA KU BILA KURD DAYIKA XWE NEBÎNE   Tecrîda li Zîndana Îmraliyê li ser Birêz Abdûllah Ocalan û hevalên me yên din tê sepandin, li hemû Tirkiyeyê tê sepandin. Rêgeza ku bila kurd dayika xwe nebine bûye polîtîkaya bingehîn a buroksiya saziyên siyasetê. Pêkanînên cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê nikarin di roja me de di bin qilifa qanûnî de bên sepandin.”    Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, têkildarî binpêkirinên mafan ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi rêya nameyan ji komeleya wan re şandin ji ajansa me re axivî.     GIRTÎGEHÊN EWLEHIYÊN BILIND    Çevîrmen, bi bîr xist ku li girtîgehên Tirkiyeyê di demekî dirêj e binpêkirinên mafan berdewam dikin û wiha got: “Girtîgehên Ewlehiyên Bilind û girtîgehên Tîpa S şeweyekî gelekî giran ê tecrîdê pêk tîne. Girtî di odeyên yek kesî de tên girtin. Qawişên ji bo 3 kesan jî hene lê mixabin girtiyên siyasî naxin van qawişan. Cihê hewadarkirina odeyan bi xwe nîne. Saetekê dibin qadên hewadarkirinê û dîsa tînin qawişên xwe. Sûd girtina ji rojê ji bo ji hin pirsgirêkên tenduristiyê bên parastin şert e.”   BI GUHERTINA MIDURÊ GIRTÎGEHÊ SERLÊDAN ZÊDE BÛN    Çevîrmen, da zanîn ku di demên dawî de ji Girtîgeha Bolûyê gelek serlêdan girtin û bal kişand ku piştî guhertina midurê girtîgehê binpêkirina mafan zêde bûye.     LIJNEYA ÇAVDÊRIYÊ BERDANAN ASTENG DIKE   Çevîrmen, bi lêv kir ku di mehên derbasbûyî de jî serlêdanên ku li Girtîgeha Bolûyê lingê girtiyekî hatiye şikandin, îşkence li girtiyekî din hatiye kirin wergirtine û wiha berdewam kir: “Weke girtîgehên din gelek agahî tên ku li Girtîgeha Bolûyê bi biryarên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê bi hincetên cüda berdanên girtiyan tên astengkirin. Em dizanin ku herî kêm berdana 5 girtiyan hatiye astengkirin. Gelek ji wan girtiyên ku 28-29 sal in di girtîgehê de ne.”    JI 3 GIRTIYAN RE ŞIMIKEKÊ DIDIN   Çevîrmen, bi lêv kir ku di nameyên ku girtiyan şandin de hatiye diyarkirin ku ji ber pêkanînên nû yên îdareyê serdegirtin pêk tên û wiha domand: “Pirtûk jî di nav de dest danîna ser hemû malzemeyan û tenê destûrê didin 3 pirtûkan. Dest danîne ser cilên ku 20 sal in li cem wan in jî. Her der betonê tevî vê yekê terlîkên di serşokê de hatin bikaranîn rakirine depoyê. 3 girtî neçar dimînin ku bi şimikekê bikevin serşokê.”    HEWLDANE ÎŞKENCEYA VEGUHESTINA PIRTÛKAN LI GIRTÎYÊ NEXWEŞ BIKIN   Çevîrmen, diyar kir ku di serlêdanekê de hate diyarkirin ku gardiyanan hewldaye bi veguhestina pirtûkan îşkenceyê li Civan Boltan ê destek û çavekî wî nînin bikin û ji ber Boltan li dijî vê yekê derketiye hatiye derbkirin.   LI DIJÎ BINPÊKIRINÊN MAFAN DI ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE    Çevîrmen, anî ziman ku girtî ji ber hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û wiha domand: “Serlêdan heye ku gef li girtiyê bi navê Semîh Yurek hatiye xwarin. Ji bilî binpêkirinên mafan ên me behsa wan kirin ji mafê xwe yê tenduristiyê jî mehrûm dimînin. Dîsa fatûrayên ceyranê ku par 15-20 lîra dihatin derxistine 200-300 lîreyan. Dîsa girtî tenê ji azadiya xwe bêpar namînin. Hem fîzîkî hem psikolojik îşkence li wan tên kirin. Girtiyên li Girtîgeha Bolûyê tên ragirtin ji bo ev rewş ji holê bê rakirin serî li gelek saziyan dane.”    PIŞTÎ AKP’Ê HEJMARA GIRTIYAN 5 QAT Û NÎV ZÊDE BÛ   Çevîrmen, da zanîn ku piştî AKP bû desthilat hejmara girtiyan a 59 hezar, 5 qat û nîv zêde bû û derket ser 326 hezaran û got: “Li dijî pêkanînên desthilatê gotineke partiyên mûxalefetê jî nîne. 399 girtîgeh bi ser 326 hezaran girtî hene. Di demekî nêzîk de rojnamevan hatin girtin. Di demên dawî de 26 rojnamevan hatin girtin. Şaredar, parlamenter û siyasetmedarên hilbijartî û hiqûqnas ji bo mûxalefet kirin ketin girtîgehê.”    Çevîrmen, anî ziman ku girtî di şertên girtîgehê de bi hin pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû ne û got: “Girtiyekî ku li Girtîgeha Tîpa S tê ragirtin tevî rapora nikare tena serê bimîne jî tena serê xwe dihat ragirtin. Lingekî wî tune bû. Piştî îtîrazên hatin kirin û rapora wî hate nûkirin xistin qawişeke 3 kesî. Divê herkes li ser Girtîgehên Ewlehiyên Bilind û Girtîgehên Tîpên T bisekine.”   ‘DIVÊ DEST JI REJÎMA GIRTINÊ BÊ BERDAN’    Çevîrmen, da zanîn ku di 3’yê mijdarê de girtiyekî li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê pêk tên xwe şewitand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev girtî ji eslê xwe îranî ye û 12 sal bûn di girtîgehê de bû. Derbarê wî de ji ber dosyayeke neadil serlêdana wî ya ÎHD’ê jî hebû. Tişta em dixwazin balê bikişînin ser jî ev e. Girtîgehên ewlehiyên bilind ne li gorî şertê jiyana mirovan e. Divê demildest dest ji van bê berdan. Li dijî binpêkirinên mafan ên zêde wezaretê daxuyanî da ku ‘rewşeke wisa nîne’ lê girtina ev qas girtiyan jî tena serê xwe pirsgirêke. Divê Tirkiye dest ji rejîma girtinê berde.”    MA / Firat Can Arslan