Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek 2022-11-05 11:47:21   RIHA - Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî, bang li kurdan kir ku li dijî êrişên çekên kîmyewî bi hev re têbikoşin.    Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî, têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî gelê kurd ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Eyşe Efendî qala dîroka çekên kîmyewî ya li dijî kurdan kir û wiha got: “Li Helebce, Enfal, Dêrsim bigire heta roja me ya îro tu sûc neman ku dijmin li dijî kurdan pêk neaniye, tevî ku 27 serhildanên kurdan tune kirin jî, lê dîsa wê nikarîbû kurdan qir bike.”   ERDOGAN ÎFLAS KIRIYE   Eyşe Efendî da zanîn ku Erdogan di aliyê siyasî, aborî û dîplomasî de îflas kiriye ji ber vê yekê rêbazên berê yên qirêj ên înkarkirin û qirkirinê dimeşîne û wiha got: “Gelê kurd êdî ne wek berê ye. Kurdan soza domandina şoreşa xwe û pêkanîna demokrasiyê daye û daxwaza wan mirovî ye. Li cem me Rêber Abdullah Ocalan heye û kurd di qadên navneteweyî de tên qebûlkirin û pêşwazîkirin.”   Efendî, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk ve ya li dijî Herêmên Zap, Metîna û Avaşînê destnîşan kir ku dewleta tirk gihîştiye wê astê ku qanûnên navneteweyî yên ku wê bi xwe îmze kirine û qanûnên din ên civata navneteweyî binpê bike.   ‘ÎXANETÊ DIKIN’   Eyşe Efendî, têkildarî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya bi dewleta tirk re ev tişt gotin: “Ez texmîn dikim ku dawiya ENKS’ê û PDK’ê bi dawiya Erdogan ve girêdayî ye, herdu jî xiyanetê dikin û xizmetê ji Erdogan re dikin, lê belê dawiya wan nêzîk e.”   ‘YEKITIYÊ AVA BIKIN’   Efendî, destnîşan kir ku Erdogan li Tirkiyê ne tenê kurdan, gel bi tevahî dikuje û gelê xwe dixe şerên bêencam û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yekitiya herêmî ava bikin, têkoşîna xwe bidomînin û xwe nespêrin tu aliyan an jî tu dewletan, ji ber ku berxwedan rêya yekane ya serkeftinê ye.”