Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin 2022-11-05 13:11:59   AMED - Derket holê ku Serokê dadgehê Îsmaîl Kizilelma ku Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ê tecawizkar da beraetkirinê berê jî çawişê pispor Mûsa Orhan ku tecawizî Îpek Er kiribû û bûbû sedemê kuştina wê jî beraet kiriye.    Derketibû holê ku Serokê MHP’ê yê Amedê Cîhan Kayaalp zarokek bi îstîsmara cinsî re rûbirû hiştiye. Li ser vê yekê Navenda Giştî ya MHP’ê Kayaalp ji wezîfeyê girtibû. Kayaalp ê ji doza îstîsmarkirina cinsî dihat darizandin, duh danişîna wî li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê îdia kir ku ji bo tawanbariyên Kayaalp delîlan têr bikin nehatine bidestxistin û derbarê wî de biryara beraetê da.    Agahî nehatin bidestxistin ku şahidan ji bo parastina Kayaalp ka îfadeyên xwe guhertine an na û li pişt perdeye çi qewimiye. Vî Serokê 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê Îsmaîl Kizilelma yê ku derbarê Kayaalp de biryara beraetê da, berê jî ji doza Îpek Er ku tecawizkar çawişê pispor Mûsa Orhan jê dihat darizandin, hatibû rojevê.    Derket holê ku dadger Îsmaîl Kizilelma ew dadger e ku Mûsa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kiribû û Er ji ber vê tecawizê dawî li jiyana xwe anîbû jî berdabû. Kizilelma ku wê demê serokê Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bû, bi biryarnayek tayînî 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatiye kirin.    HEMAN DADGERÎ MÛSA ORHAN JÎ BERDABÛ    Mûsa Orhan ê tecawizkar her çiqas ji sûcê “êrişa cinsî ya biwesf” hat girtin jî lê dadger Kizilelma wî berdabû.    LI GEL MUTALA DOZGER JÎ HAT BERDAN    Li gel ku dozger di danişîna doza Kayaalp de mutalaya xwe pêşkêş kir û xwest Kayaalp girtî jî bê darizandin, lê dadger bi îdiaya ku delîl bi awayek têr bikin nehatine bidestxistin, biryara beraetê da û wî ji girtîgehê berda.