Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim 2022-11-05 13:32:12   ENQERE - Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, diyar kir ku bêyî xebatên xwe yên zanîstî temam bike hate girtin û bi lêv kir ku wê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomîne.    Seroka Navenda Konseyî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) Prof. Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber daxuyaniyên xwe yên zanîstî yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk hate girtin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê peyamek şand. Di peyama ku ji aliyê TTB’ê hate parvekirin de hate diyarkirin ku Fîncanci ji ber hate girtin xebatên wê yên zanîstî di nîvî de man û hat gotin ku wê di girtîgehê de vê yekê bidomîne û ronîkirina heqîqetê bidomîne.    Peyama Fîncanci wiha ye: “Dema ku min algorîtma der barê serlêdana me ya nirxandina zanistî de jî di nav de agahiyên berfireh amade dikir, mixabin bêyî ku ez biqedînim rastî pêvajoya binçavkirin û girtinê hatim. Ji bo temamkirina vî karê zanistî min ji hempîşeyên xwe rêbazên heyî yên NY’yê û çavkaniyên zanistî xwest. Çawa ku hatin, ez ê vî karî temam bikim û bi we re parve bikim. Hêvîdarim ku algorîtmayeke bi vî rengî ku rê û rêbazên şopandina rastiyê ronî bike, wê tevkariyê li kesên me yên di oxira lêgerîna heqîqetê de tên krîmînalîzekirin, bike. Şopandina min bidomînin.”