Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da 2022-11-05 14:18:15   AMED - Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, bertek nîşanî beraetkirina Serokê MHP’ê yê Amedê yê berê Cîhan Kayaalp da û diyarkirin ku wê bibin şopdarên pêvajoya hiqûqî.    Derketibû holê ku Serokê MHP’ê yê Amedê Cîhan Kayaalp zarokek bi îstîsmara cinsî re rûbirû hiştiye. Kayaalp ê ji doza îstîsmarkirina cinsî dihat darizandin, duh danişîna wî li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dadgehê îdia kir ku ji bo tawanbariyên Kayaalp ê girtî dihat darizandin delîlan têr bikin nehatine bidestxistin û derbarê wî de biryara beraetê da.   Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, li ser hesaba xwe ya fermî ya twîtterê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî biryarê da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her çend Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê yê ji Rêxistinan Berpirsyar Semîh Yalçin di hevpeyvîneke xwe ya li ser failê bûyerê Cihan Kayaalp de gotiye ku bûyer rast e jî, dadgehê guhdarîkirina Yalçin weke şahid red kiriye û wiha hate gotin: “Em ji raya giştî re radigihînin ku darizandina li dijî sûcdar a bi vî rengî kêm e û li dijî hiqûqê ye, em biryara beraetê ya ji sûcdar re hatiye dayin qebûl nakin û em ê şopdariya pêvajoya hiqûqî bidomînin.”