Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan 2022-11-05 15:22:15   STENBOL - Di çalakiya “Rûniştina F” ya hefteya 554’emîn de hat xwestin girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 554’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê pêk hat. Parêzvanên mafê mirovan bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir a li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T’yê de tê ragirtin. Di çalakiyê de pankarta “Tedawiya girtiyên nexweş nayê astengkirin” û “Bila girtiya nexweş Semîran Erbaga Çakir bê berdan” hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî destek da çalakiyê.    REWŞA WÊ GIRANTIR DIBE   Rêvebera ÎHD’a Stenbolê Zeynep Yildiz daxuyaniyê xwend û da zanîn ku binpêkirinên mafan li pêşiya tedawiya girtiyên nexweş dibe asteng û nexweşiyên wek tansiyona zêde, anemi, îltîhaba mîde û roviyan, îltîhaba monikan, helandina hestî û fitiqa pişte li Çakir peyda bûne. Yildiz got Çakir bi nexweşiyên cidî re rûbirû maye û Semîran Çakir serî li wan daye û xwestiye piştgirî bo wê bê dayîn. Yildiz diyar kir ku piştî Çakir ketiye hefsê tedawiya wê hatiye astengkirin û her ku diçe nexweşiyên wê lê pîr dibin. Yildiz da zanîn ku ji dozgeriyê hatiye xwestin cezayê wê bê talqokirin û daxwaz hatiye redkirin û her ku diçe rewşa wê girantir dibe. Yildiz bertek nîşanî redkirina daxwaza taloqkirina ceza da û gotinên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ji bo girtiyên nexweş bi bîr xist û xwest Çakir tavilê bê berdan.