Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin 2022-11-05 16:51:07   STENBOL - Bi pankartên ku li hin noxteyên cuda yên li navçeya Beyoglû ve hatin daliqandin, ji bo ‘Meşa Mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî’ ku dê sibê were lidarxistin, bang hate kirin.    Xebatên meşa ku dê bi dirûşmeya “Meşa Mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî’ li dijî bikaranîn çekên kîmyewî ya ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê sibê li Stenbolê bê lidarxistin didomin. Beriya meşa ku dê di pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) saet di 15.00’an de li Taksîmê were lidarxistin de li gelek noxteyên cuda yên navçeya Beyoglûyê pankartên “Çekên kîmyewî sûcê mirovahiyê ye. Meşa Mirovahiyê ya li dijî çekên kîmyewî” hatin daliqandin.    Bi pankartên ku li kolanan û serbihuran hatin daliqandin re banga tev li bûna meşê li gel hate kirin.