Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin 2022-11-06 09:28:41   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê duh dîmenê çalakiyekê parve kiribû û ragihandibû ku 7 leşker hatine kuştin. Piştî parvekirina dîmenan, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku 2 leşkerên wan di şer de hatine kuştin.    Wezareta Parastinê ya Tirkyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Çawişê Pispor ê Peyadar Halîl Yildiz û Leşkerê Peymandanî Firat Guner di encama şer û pevçûnên li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê de hatine kuştin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku HPG’ê duh dîmenê çalakiya hêzên wan a li herêma Mamreşo parve kiribû û ragihandibû ku di encama çalakiyê de 7 leşker hatine kuştin. Balkêşe ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî piştî van dîmenan agahiya kuştina leşkerên xwe ragihand.