Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan 2022-11-06 12:47:40   ŞIRNEX - Bi hezaran kesên li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê hatin ba hev, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” dest bi “Meşa Mirovahiyê” kirin. Girseyê li dijî êrişa leşkeran bi saetan, kolan bi kolan li ber xwe dan.    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meş tê lidarxistin. Bi hezaran kes tevî astengî û êrişan jî bi dirûşma “Bijî berxwedana Zapê” dest bi meşê kirin.      DIRÛŞMA 'BIJÎ SEROK APO'   Leşkeran bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseya ku berê gihiştî Tilqebînê kir. Tevî êrişê jî girse belav nebû. Piştî ku bi sedan kesên ji noqteyên cuda hatin navçeyê jî tev li girseyê bûn, meş hat destpêkirin. Bi hezaran kes li nava zeviyan ber bi Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber çepik tên lidarxistin, tililî hatin berzkirin û girse dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Zapê", "PKK gel e û gel ki vir e” û "Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.   Demekî piştre girse gihişt ser Rêya Armûşê ku ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçe. Li vir, ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê jî girseyê rê ji trafîkê re girt. Li ser vê yekê leşkeran careke din bi ava şid û bombeyên gazê êrişî girseyê kir.    Girseyê piştî ku demekî dirêj rê li ber trafîkê girt, îcar li kolanan berbelav bû û dest bi meşê kir. Êrişên leşkeran ên li dijî çalakvanan domiyan û girse jî ji bo ku hemû kom li cihekî bên ba hev û dest bi meşê bikin li ber xwe dan.      FÎŞEKÊN PLASTÎK LI PARLAMENTER REŞANDIN    Bi hezaran kesan demekî dirêj rê li ber trafîkê girtin û piştre jî meşa xwe li kolanan berdewam kir. Li hêlekî êrişa leşkeran berdewam kirin û li rexa din jî girse careke din hate ba hev. Di vê navberê de fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên ku leşkeran diavêtin girseyê, li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ketin. Ji ber guleya plastîk a li singê wê ketî, Îmîr bi ser hişê xwe ve çû.    Ciwanên li kolanên din ên bajarokê li ber xwe didan, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û tililiyan xelekên govendê gerandin.        LI HER KOLANÊ BERXWEDAN    Her ku êrişa leşkeran zêde dibû, berxwedan jî mezintir bû. Bi hezaran kesan li tevahiya kolanan bi çopdankan barîkat çêkirin. Her wiha li dijî êrişên bi bombeyên gazê û ava şid jî çalakvanan bi keviran bersiv dan.    Di vê navberê de leşkeran li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajarokê demekî dirêj gule li hewa reşandin. Hat ragihandin ku di êrişê de kesên hinek kes hatin binçavkirin.    Her wiha leşkeran êrişî daweteke li bajarokê jî kir û bombeyên gazê avêtin. Dawetî ji êrişa bi bombeyên gazê aciz bûn û tevî çalakvanan bertek nîşanî leşkeran dan.    Berxwedana li bajarokê Tilqebînê, li her du aliyên Rêya Armûşê jî pêl bi pêl mezintir bû.        ÊRIŞÎ ROJNAMEGERAN KIRIN   Hinek rojnamegerên ku meş dişopandin jî bûn hedefa êrişên leşkeran. Leşkeran, rojnameger li erdê dirêjkirin û piyên xwe danatin ser rû û pişta wan. Leşkerên ku rojnameger derb kirin, hewl dan rojnamegeran binçav bikin. Piştî ku rojnamegeran qertên xwe nîşan dayîn, hatin berdan.    BI SER MALAN DE GIRTIN: GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN    Berxwedana ku li tevahiya kolanên bajarokê berbelav bûyî, bi saetan domiya. Piştre jî leşkeran bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Sekreterê ÎKK’a TMMOB a Mêrdînê Aydin Aslan, Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz, Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Mêrdînê Mûstafa Bozan, Nûnerê Şaxa BES a Mêrdînê Mehmet Emîn Ozel, Beytocan Kirici, Sumeyye Kirici, Îbrahîm Kizilay û Cahît Delek jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin.