Ji Stenbolê bang kirin: Heta ku were lêkolînkirin em ê li qadan bin 2022-11-06 17:08:05   STENBOL - Parlamenterên HDP’î ku tevî hemû astengiyan derketin Cadeya Îstîklalê, diyar kirin ku desthilat wê nikare bikaranîna çekên kîmyewî veşêre û gotin: “Heta ku îdiayên çekên kîmyewî bên lêkolînkirin em ê li qadan bin.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Yekitiya Têkoşîna Yekgirtî (BMG) têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li Taksîma Stenbolê daket kolanan. Tevî êriş û astengiyên polîsan jî li her kolanên ku derdikevin Cadeya Îstîklalê meş hate lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Fatma Kûrtalan, Sezaî Temellî, Tayîp Temel, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Tîryakî û Ayşe Surucu ku li ber avahiya Baroya Stenbolê hatin dorpêçkirin daxuyanî dan.    Sezaî Temellî wiha axivî: “Em îro bi rejîmeke ku hemû kesên li dijî şer derdikevin binçav dike û digire re rû bi rû ne. Îro Şebnem Korûr Fîncanci bi awayekî neheq û bêhiqûq di girtîgehê de ye. Çima? Ji ber ku li vî welatî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir ku ‘heke pêwîstî pê hebe bila lêpirsîn bê vekirin’ Me jî ev anî ziman. Ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, her wiha sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Yê ku li dijî vê raneweste hevparê vê ye. Îro em hemû bi hev re dijîn bê ka şer hilweşîneke çawa avakiriye. Gotina li dijî şer, gotina li dijî xizaniyê ye. Ji ber vê yekê em dibêjin li her cihê em lê ne dengê xwe bilind bikin. Eger hûn bitirsin, ji bilî çek û tundiya mîna vê hikûmeta tirsnak wê tiştekî we yê din tunebe.”   ‘EM DEST JÊ BERNADIN’   Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel jî destnîşan kir ku îro li Silopiya û Stenbolê li dijî çekên kîmyewî bi hezaran kes derketin qadan û got: “Lê belê bi dehan endam û rêveberên partiya me hatin binçavkirin. Îro bi helîkopteran, bi hezaran polîsan hewl didin me asteng bikin. Lê ev astengkirina wan rastiya kîmyasalê nade guhertin. Îro tiştên li vir hatin kirin û li Silopiyayê qewimîn nîşan dide ku desthilat sûcdar e. Ji ber wê yekê heta ku îdiayên çekên kîmyewî bên lêkolînkirin em ê li qadan bin. Çi bibe bila bibe em ê dest jê bernedin.”   Girseya ku li kolanên derdikevin Cadeya Îstîklalê çalakiya xwe ya şermezarkirinê didomand, pişt re derbasî ber Rêxistina HDP’a Stenbolê bû.